Rêxistina Efûya Navneteweyî dadweriya Misrê bi dijminahiya jinan sûcdar kir

Rêxistina Efûya Navneteweyî, bi daxuyaniyek bersiva biryara Dadgeha Bilind a Misrê ku biryara mehkûmkirina çalakvana mafên jinan Amal Fethî ya rexne li rayaderên Misrê kiribû ku jinan ji destdirêjiya zayendî naparêze da. Rêxistinê di daxuyaniye de, dadweriya Misrê bi dijmanahiya jinan sûcdar kir.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Efûya Navneteweyî bi daxuyaniyekê bersiv da biryara Dadgeha Bilind a Misrê ya ku biryara mehkûmkirina Amal Fethî ya rexne li rayederên Misrê kiribû ku jinan ji destdirêjiya zayendî naparêze.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku biryara dadgehê ya ji bo erêkirina mehkûmkirina Amal carek din nîşan dide ku desthilatdarên Misrê li cihê baştirkirina qeydên xerab ên mafên mirovan bêtir dixwazin tenê nîşan bidin û hinek tiştan bikin. 
Di daxuyaniya rêxistinê de hat diyarkirin ku piştrastkirina mehkûmkirina Amal Fethî yek ji êrîşên hovane ye û bê rawestan ên rayedarên Misrê yên li dijî parêzvanên mafên mirovan e.
"Efûya serokomariyê hat xwestin"
8 rêxistinên mafên mirovan têkildarî erêkirina cezayê Amal Fethî daxuyaniyeke hevpar dan. Saziyan di daxuyaniyê de biryara ku cezayê girtîgehê ya Fethî ji ber parastina mafên mirovan xelata Bruno Kreisky wergirtiye, şermezar kirin û daxwaz kir ku serokomar Ebdulfetah El Sîsî berpirsyariyên xwe bi kar bîne û efûya serokomariyê derbixe.
Werger: JINHA