Rêxistina Efû ya Navnetewî bang li hikumeta Şamê kir ku ambargoyê rake

Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) ji bo ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê were rakirin, bang li Hikumeta Şamê kir.

Navanda Nûçeyan- Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) ambargoya Hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piraniya wan Kurd in, were rakirin daxuyaniyek da.

Rêxistinê bang li Hikumeta Şamê kir ku ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê rake, da zanîn ku dorpêç rê li ber derbaskirina pêdiviyên sereke û sotemeniyê digre.

Rêxistina Amnesty’ê ragihand ku ji ber dorpêçê pêdiviyên tenduristiyê tune dibin, welatî ji bo xwe ji sermayê biparêzin jî, bermahiyên plastîk û gelaş dişewitînin û ji bo tavilê rakirina ambaryoya li ser heremê bang li hikumeta Şamê kir.