Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bal kişand li ser zêdebûna zextên li Îranê

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, raporek li ser zêdebûna zext û girtina çalakvanên sendîkal û sivîl ên li Îranê weşand. Lêkolîner Tara Sepehrî Far, diyar kir ku hikûmeta Îranê civaka sivîl wek gef dibîne.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, di rapora xwe de bal kişand ser zêdebûna polîtîkayên girtin û zext yên li dijî endamên sendîkayên karkeran û sivîl ên li Îranê. Di raporê de hat ragihandin ku di 20'ê Gulanê de, derbarê parêzvanên mafên mirovan de ji ber çalakiyên li dijî bihabûna fiyatan biryara girtinê hatiye dayîn û wiha hat gotin: “ Çavkaniyên nûçeyan ên nêzî amûrên istixbaratê çalakvanên hatin bivçavkirin bi têkilî dayîna bi aktorên biyanî yên gumanbar re  sûcdarkir, lê der bare sûcdarkirinan de tu delîlan pêşkeş nekir.”

“Hikûmet civaka sivil wek gefek dîbine”

Lêkolînera pilebilind a Îranê ya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Tara Sepehrî Far, li Îranê girtina endamên payebilind ên civaka sivîl yên bi destêwerdanên xerab ên biyanî û bi sûcên bêbingeh ji bo bêdengkirina piştgiriya ji bo tevgerên civakî yên populer ên li welêt mezin dibe, hewldaneke din a bêhêviyê ye. Hikûmeta Îranê li şûna ku ji bo têgihiştin û bersivdayina wan pisgirekên civakî alîkariyê ji civaka sivîl bixwaze, wan wek gefek xwezayî dibîne.”

“Hewl didin hevgirtinê wek sûc nîşan bidin”

Tara Sepehrî diyar kir rayedarên Îranê demeke dirêje hewl didin ku hevgirtina di navbera endamên komên civaka sivîl ên li hundir û derveyî welat wek sûc nîşan bide.

Li gorî çavkaniyên ne fermî, ji dema ku di 6’ê Gulanê de xwepêşandan dest pê kirin, rayedaran li gelek parêzgehan gihandina înternetê bi awayekî tund qut kir. Hinek vîdyoyên ku li ser medyayê belav dibe, hebûna erkdarên ewlehiyê nîşan dide û wekî ku gaza rondikbariner bikar tînin, nîşan dike xuya dibe. Çavkaniyên nefermî, navên 5 kesên ku dibêjin di xwepêşandanên li parêzgehên Xuzistan, Çarmehal û Bextiyarî de hatine kuştin eşkere kir. Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan nekarî mirinan piştrast bike.