Rêxistin û partiyên Amazîxî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ragihandin

Nûnerên 8 rêxistin, hêz û partiyên amazîxî bi daxuyaniyekê “Însiyatîfa Amazîxî ya Azadiya Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan" ragihandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin armanca wan Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd bi raya giştî ya amaxîzî bidin naskirin.

Navenda Nûçeyan- 8 rêxistin, partî û hêzên amaxîzî duh (Pêncşem) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de avakirina "Însiyatîfa Amazîxî ya Azadiya Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan" hate ragihandin.

Di destpêka daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û hate gotin: "Ji ber baweriya me ya bi maf, edalet, mirovahî, rakirina zilmê û yekitiya çarenûsî ya gelên ji bo azadî û demokrasiyê li herêmê tê dikoşe, wekî tevgerên amazîxî me biryar da ku însiyatîfekê ava bikin. Armanca însiyatîfê Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd bi raya giştî ya amaxîzî bide nasîn e. "

‘Gelê Kurd bi salan rastî zilm û çewisandinê hatiye’

Di daxuyaniyê de diyarkirin ku sedema damezirandina vê însiyatîfê têkiliyên xurt ên di navbera gelê Kurd û gelê Amazîxî de ye û wiha hat domandin: "Em dixwazin van têkiliyan bi pêş bixin. Mercên dijwar ên ku di ser her du gelan re derbas bûn, binpêkirinên yekalî yên li dijî me, hewldanên çewisandina nasname, ziman, çanda resen a her du gelên me, dîsa jî meşa me ya têkoşînê ya ji dehên salan ve dişin hev. Tevî ku em di aliyê erdîngarî de nêzî hev nîn in û di dîrokê de em rastî hev nehatine, lê navê "gelên cêwî" li me hatiye kirin. Yê di aliyê zihnî me tune bike yek e.”

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku gelê Kurd bi salan rastî entegrasyona bi darê zorê, dîaspora, zilm û çewisandinê hat û hê jî êşên vê yekê dikişîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê Kurd ji aliyê 4 dewletan ve rastî jenosîdê hat. Kurd û welatê Kurdan Kurdistanê hat parçekirin. Rejîmên neteweperest û îslamperest ên li pey hev hatin hebûna vî gelê resen înkar dikin. Dema Kurdên azadîxwaz daxwaza azadiya xwe û komkirina dîasporaya xwe kirin, daxwaza wan bi tundî, çek û her cure şîdet hat bersivandin.”

‘Kilîta aştiyê ronakbîr û rêber birêz Abdullah Ocalan e’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kilîta aştiyê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û derveyî wê li cem “ronakbîr û rêber birêz Abdullah Ocalan e” e.

Hate destnîşankirin ku ramanên bibandor ên Rêber Abdullah Ocalan xizmeta jiyana hevbeş û azadiya jinan dike. Têkildarî pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî ev tişt hat gotin: "Lê mixabin ji 25 salan ve pêkanînên derqanûnî û dermirovî li dijî wî tên meşandin. Ev 3 sal û nîv e desthilata Tirk hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe kirine. Ev pêkanîn qanûnên Tirkiye bi xwe û tevahî qanûnan binpê kirine."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Înisiyatîfa Amaxîzî, ji bo danasîna gelê amazîxî bi pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Abdullah Ocalan, pêkanînên li dijî wî têne kirin, ji bo nasandina ramanên wî dê di qadên çandî, ragihandin, hiqûqî û hunerî de kar bike. Her wiha hate gotin, înisiyatîf dê di heman demê de ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan piştgiriyê bide zextên gel ên li ser rejîma Tirk û dê bi tevahî înisiyatîf û pêngavên navneteweyî yên bi amranca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd di nava têkiliyan de be.

‘Divê Mandelayê Kurd Ocalan were azadkirin’

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bang hat kirin û hate gotin "Divê Mandelayê Kurd Ocalan were azadkirin da ku rola xwe di pêkanîna aştî, çareserî û demokrasiyê de bilîze."

Daxuyanî ji aliyê van kesan ve hatiye dayîn:

1- Serokê Partiya Lîbya Oma (Lîbo) û serokê berê yê rêxistina Kongreya Amaxîzî ya Navneteweyî Fethî Nexîle

2- Serokê Rêxistina Kongrya Cîhanî ya Amaxîzî Xalid El Zîrarî

3- Şêwirmendê siyasî yê Komara Qebîleyên Demokrat fermandarê Tevgera Diyarkirina Çarenûsa Qebîleyan (MAK) Aksel Belebasî.

4- Nivîskar û damezirînerê Rêxistina Ciwanên Îmohac a Navneteweyî Akî Şeka

5- Serokê berê yê Rêxistina Îmohac a Navneteweyî Eyûb Axeşmed

6- Cîgirê Serokê Partiya Lîbya Oma (Lîbo) Ehmed Doga

7- Nûnerê Nîjerê di Rêxistina Kongreya Amazîxî ya Cîhanê de Xelîlo Mihemed Hebîbo

8- Nûnera Amazîxê di Rêxistina Kongreya Amazîxî ya Cîhanê Emanî El Wîşahî.