Rêxistin û komeleyên jinan ji bo piştgiriya jinên Êzîdî çalakiyek li dar xistin

Rêxistin û komeleyên jinan ên li Lubnanê li pêş avahiya NY’yê ya li paytexta Lûbnanê Beyrûtê çalakiyek li dar xistin û banga hesabxwestinê ji sûcdarên komkujiya Şengalê kir.

Navenda Nûçeyan-Weqfa Jinan a Jîn, Weqfa  Çandî û Civakî ya Newrozê û Komeleya Werde Butrus-Wekhevî ji bo Karê Jinan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li paytexta Lûbnanê Beyrûtê çalakiyeke protestoyî ji bo piştgiriya berxwedana jinên Êzidî li dar xistin.

Gelek çalakvan û komeyelên jinan ên lubnanî û filistînî tevli çalakiyê bûn.

Seroka Komeleya Werde Butrus-Wekhevî ji bo Karê Jinan Dr. Marî El Dibis axivî û komkujiya Şengalê bi bîr anî. Marî bang kir ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn û aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî bê eşkerekirin.

3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êriş Şengalê kiribû û zêdetirî 6 hezar jin û zarokên Êzidî revandin. Wê demê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê vekişiyan û xelkê wê bi çeteyan re rû bi rû hişt.