Rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan di xeterê de ye
Rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di xeteriyê de ye û daxwaza wê ya dermankirinê ji aliyê rejîma Îranê ve tê redkirin.
Navenda Nûçeyan – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan raporek weşand.
Di raporê de hat diyar kirin ku Zeyneb Celaliyan ji ber nexweşiyê ev çend mehin di rewşeke giran de ye û jiyana wê di xeteriyê de ye.
Her wiha hat destnîşankirin ku êşa zik û xwînberbûna Zeyneb Celaliyan heye, di nava vê hefteyê de gihîştiye asteke pir metirsîdar, bi vî rengî ku çend rojin nekariye ji cihê xwe bilive û niha di rewşeke fîzîkî ya pir xirab de ye.
Nexweşiya Zeyneb Celaliyan xirab bûye
Di raporê de hat ragihandin ku bijîşkên Zeynebê diyar kirine ku nexweşiya wê niha xirabtir bûye. Ji ber vê yekê bijîşkan daxwaz kirine ku di zûtirîn dem de sewqî navendên bijîşkî yên derveyî girtîgehê were kirin daku were dermankirin.
Hat diyarkirin ku berpirsên girtîgehê bi hêceta ‘rewşa şer’ daxwaza sewqkirina Zeyneb Celaliyan a ji bo nexweşxaneyê red kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Îlona 2025’an de li navendeke bijîşkî ya bajarê Yezdê Zeyneb Celaliyan hatibû emelyat kirin, lê piştî 24 saetan, bêyî ku qonaxên dermankirinê bi dawî bibin, yekser li Girtîgeha Yezdê hatibû vegerandin.
Zeyneb Celaliyan ev 20 salin bi cezayê girtina heta hetayî girtî ye û wekî yekane girtiya siyasî ya jin a herî demdirêj di girtîgehên Îranê de tê naskirin.