Rewşa girtî Muhlise Karaguzel girantir bû

Girtiya nexweş Muhlise Karaguzel li girtîgeha lê girtiye, nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku Muhlise Karaguzel a anjiyo bû, piştî emeliyatê yekser birin girtîgehê, Zîlan Karaguzel diyar kir ku dayika wê xwe dîwar girtiye û hatiye hevdîtinê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Kayseri- Li gorî rapora ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatiye amadekirin, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 651 jê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi giştî hezar û 571 girtiyên nexweş hene. Yek ji wan girtiyên nexweş hevseroka berê ya HDPê ya Mûşê Muhlise Karaguzel e ku di 11’ê Tebaxa 2019’an de li Mûşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û mehek ceza lê hat birîn. Muhlise Karaguzel a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayserî dimîne û ji ber nexweşiyên kronîk gelek caran wê radikin nexweşxaneyê, roja sêşema borî ji ber nexweşiya dîsa rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku Muhlise Karaguzel a ku beriya niha 2 caran krîza dil derbas kir, li nexweşxaneya hatiye rakirin stent lê hat danîn û anjo bûye, hate hînbûn Muhlise Karagûzel piştî operasyona derbas kir, bêyî ku şevek li nexweşxanayê bê girtin, şandine girtîgehê.

'Ji ber metirsiya mirinê heye, mudaxeleya têrker nehatiye kirin’

Keça Muhlise Karagûzel a ku me der barê mijarê de hevdîtin kir Zîlan Karagûzel diyar kir ku li nexweşxaneya ku piştî hînbûn dayika wê rakirine nexweşxaneyê çûne, tevî ku ji nexweşxaneyê nehatiye derxistin jî, ji wan re gotine ku ji nexweşxaneyê hatiye derxistin. Zîlan Karagûzel a balkişand ku li nexweşxaneya hatiye rakirin bi hinceta "metirsiya mirinê heye" mudaxelaya têrker nehatiye kirin, pêvajoya hat jiyîn bi van gotinan vegot: "Roja duşemê roja hevdîtina telefonê û telefona min kir. Min ji dengê wê fêhm kir ku nexweş e, bêhn girtin û dayînê de zehmetî jiyan dikir. Dema min pirs kir, got sînga min diêşe. Rojek piştî axaftina me rewşa zêdetir xirab dibe, bêhna wê teng dibe û dayika min dibin rewîrê. Piştre rêveberiya girtîgehê telefona min kir û got me dayika te rakiriye nexweşxaneyê û anjiyo bûye. Dema ku min agahiyên berfireh xwest, agahî nedan min. Ji wekîlên ku telefon kirin re gotin rewşa wê baş e û bêhnek din wê ji nexweşxaneyê were derxistin. Lê dema ez çûm min bi xwe dît ku rewşa dayika min ne baş e.”

'Dayika min xwe bi dîwêr girt û hat hevdîtinê’

Zîlan Karagûzel da zanîn ku dayika wê anjiyo bûye, lê ji ber ku demarên wê pir zirav bûne bijîşk pir zêde mudaxele nekirine û anî ziman ku ji wekîlên ku der barê rewşê de telefona nexweşxaneyê kirine re navê bijîjkek şaş hatiye dayîn. Zîlan Karagûzel anî ziman ku li Kayseriyê piştî destûr ji dozgerê girtine hevdîtin pêk anîne, der barê hûlgiliyên hevdîtinê de wiha got: “Dema ku em çûn nexweşxaneyê gotin ji nexweşxaneyê hatiye derxistin. Me dît ku ew jî derew e. Piştî ku em çûne nîvê şevê diyaka min ji nexweşxaneyê derxistine. Piştre îro siherê me destur ji dozgeriya girtîgehê girt. Em tavilê çûn girtîgeha jinan a Bûnyan û me hevdîtina xwe pekanî. Dema em çûn, hê dayika min nehatibû cihê hevdîtine, dema hat me dît ku ji çeprasta xwe tê. Xwe bi dîwêr girtine, pir zehmet dimeşiya. Gardiyanên li wir tevî ku kursî hebûn jî dayika min bi kursiyê neanîn. Bi hev re dest bi nîqaşê kirin. Dayika min jî li hemberê bertekê wiha got, “ Na, kursî hebû, we bi zanabûn kursî neanî.”

‘Dayika min got 'Em bimrin jî em ê berxwedana xwe bidomînin'

Zîlan Karagûzel a bal lê kişand ku pêkanîna li dijî girtiyên nexweş polîtîk e û veguheriye bipergalî, anî ziman ku dayika wê li hemberî binpêkirinên tê jiyîn wiha gotiye, “Ger em bimrin jî em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin."

Zîlan Karagûzel di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Zext û zilma li ser girtiyên siyasî tê pêkanîn polîtîk û hiqûqa dijmin e. Li nexweşxaneyê ji bo başkirine tu hewldanek ney dayîn. Em hemû vê yekê pir baş dizanin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Dema ez cara dawî çûm gel dayika xwe, min vê yekê pir zelal dît. Hemû nêzîkatiyên wan li holê ye.”