Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê dîsa li ser masê ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji bo gûftûgoyê bi hikûmeta Şamê re dîsa li ser maseyê rûniştine lê çareseriyeke ku hêviyê bide nehatiye bidestxistin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku pêvajoya guftûgoyê ya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Şamê de jinûve dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd têkildarî beyannameya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 18’ê nîsana 2023’yan de ji bo çareserkirina aloziyê pêşkêş kiriye û ji 9 bendan pêk tê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Evîn Siwêd diyarkir ku ji bo li Sûriye serdestî û yekitî were avkirin pêwîstî bi çareseriyek siyasî heye, hevdîtinên bi hikumeta Şamê re hê encamek diyar negirtine.

‘Negihişt çareseriyek mayînde’

Evîn Siwêd diyar kir ku hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de girêdayî hin mijarên pratîk in û ev tişt got: “Lê nagihêje asta ku gaveke cidî ber bi çareseriyeke giştî ve bê avêtin ku hêviyên sûriyeyiyan pêk bîne.” Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya beyannameya xwe bang li dewletên ereban kiribû ku di aloziya Sûriyeyê de roleke çalak bilîzin. Me bi piraniya dewletên ereban re hevdîtin çêkir. Lê belê me encamên ku hêvî dikirin, bi dest nexist.”

 ‘Divê bi hikumeta Şamê re li hevkirinek siyasî bê kirin’

Evîn Siwêd de zanîn ku hikûmeta Şamê hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin dewletên ereban ên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê neyînî dinirxîne û ev nêzikatî rexne kir û wiha got: “Beyannameya rêveberiyê ne tenê ji bo hikûmeta Şamê, ji hemû derdorên çareseriyê dixwazin re hatiye pêşkeşkirin. Rêveberiya Xweser beriya ragihandina beyannameyê bi hêz û aliyên Sûriyeyê re civiyabû. Lê belê diyar bû ku hevdîtin bêencam bûn. Hin hêzên xwecihî û herêmî beyanname erênî nirxand, dîsa jî me nekarî muxalefetê bikin yek ji bo ku di bin alekê de bi hikûmeta Şamê re dest bi dan û standinê bikin. Ji bo zextekî girantir li hikûmeta Şamê were kirin, hewldanên yekkirina eniya niştimanî û hêzên demokratîk hene. ”

 ‘Divê çareserî bi destê Sûriyeyan be’

 Evîn Siwêd bal kişand ser berhemên aborî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Rêveberiya me dibêje ew milkekî nîştimanî ye û yê her kesî ye. Divê lihevkirineke siyasî bi hikûmeta Şamê re pêk were da ku berhemên li herêmê bi awayekî adilane û wekhev bên belavkirin.”

Evîn Siwêd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye ku penaberên sûriyeyî pêşwazî bike û vegereke ewle ji wan re peyda bike. Di mijara êriş û gefên dewleta tirk de jî wiha got: “Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, Rêveberiya Xweser amade ye dest bi diyalogê bike. Vegerandina her Sûriyeyiyek li war û cihê xwe, erkek nîştimanî ye. Armanca Rêveberiya Xweser parastina yekitî û serdestya Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser ji bo têkbirina gefên derve yên li ser herêmê, di aliyê dîplomasî û siyasî de bi tevahî aliyên herêmî û navneteweyî re gelek hewldan kir. Rêveberiya Xweser amade ye bi şert û mercên lezgîn re mijûl bibe. Banga me ji bo aliyên têkildar ew e ku li maseyê rûnin û çareseriyeke siyasî ji aloziyê re bibînin. Divê ivakeke azad û demokratîk û Sûriyeyiyek nenavendî ava bikin. Divê çareserî bi destê Sûriyeyiyan be.”