‘Tundiya li dijî jinan qeyranek neteweyî ye’

Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese, piştî xwepêşandanên ku li gelek bajarên mezin hatin lidarxistin, diyar kir ku tundiya li dijî jinê ‘qeyrake neteweyî ye’ û wiha got: “Divê ji bo ji holê rakirina tundiyê em hemû berpirsiyariya xwe bi cih bînin.”

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese, di civîna ku bi serokwezîrên eyaletên welat re lidarxist de, gelek tedbîr û fînansmanan ragihand.

Serokwezîr Anthony Albanese got, ji bo ji holê rakirina vê tundiyê "Divê em hemû berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Ji her 4 rojan carek jinek jiyana xwe ji dest dide

Ji serê salê vir ve li welat 28 jinan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane û ev yek tê wê wateyê ku ji her 4 rojan carekê 1 kes dimire. Li aliyê din par di heman heyamê de 14 jin hatin qetilkirin.

Hefteya borî, mexdûrên tundiyê û endamên rêxistinên ku alîkariya wan dikin, xwepêşandanek ji bo daxwaza qanûnên tundtir lidar xistin.

Di nav mirinên ku li vî welatê xwedî nifûsa 26 mîlyon de çêdibin, ya herî zêde bandor li welêt kir mirina dayika 28 salî Molly Tîcehûrst bû. Tê gumankirin ku hevjînê wê yê berê ew kuştiye. Gumanbar ji xeynî sûcên din, tevî ku bi îdîayên tecawiz, tacîz û gefxwarin tê sûcdarkirin, bi kefaletê hat berdan.

Arjantîn, Tirkiye û DYE di nava welatên ku herî zêde lê tundî li ser jinan tê kirin de ne

Daneyên nû yên desthilata Awustralya nîşan didin ku di navbera salên 2022 û 2023’yan de 34 jin ji aliyê mêr û hevjînên xwe yên berê ve hatine kuştin û ev hejmar li gorî serdema berê ji sedî 28 zêde bûye. Rêjeyên tundiya nav malê li Awûstralyayê di bin rêjeya OECD’ê de ne. Li gorî daneyên sala 2019’an Arjantîn, Tirkiye û DYE di nava welatên ku herî zêde lê tundî li ser jinan tê kirin, de ne.