Rêveberiya Xweser ji bo Roja Dayikan peyamek weşand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Dayikan peyamek weşand.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a  Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Dayikan (13’yê Gulanê) peyamek weşand.

Di peyamê de hat gotin "Şoreşa gelê me çalakiyên dîrokî yên ku  ji bo rêgirtina li pêşiya pêşxistina îradeya civakê hatibûn paşguhkirin û înkarkirin, zindî kirin. Di qonaxên girîng û çarenûsî de em şerekî dîrokî dikin. Di vê çarçoveyê de divê em dayikan bi bîr bînin; dayik bingeha xurt a avakirin û sazkirina malbat û civakê ye. Dayik bingeha civaka têkoşer a xwedî biryar û îrade ye. Dayik fedakar e, têkoşera ku mîrase li pey xwe hiştin û dihêlin e. Dayik têkoşer e ku mohreke xwe li dîroka şoreşa gelê me de daniye."

Di dewama peyamê de 13’yê Gulanê (Cejna Dayikan) li tevahî dayikên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dayikên cangoriyan û malbatên wan hat pîrozkirin. Hate gotin, "Ev roj pêşengiya jin û rola wan a şoreşgerî di avakirin û azadiya civakê de îfade dike. Ev roj beşek ji nirxekî mezin e. Çiqas dayik werin xelatkirin, lê li beramberî keda ku dide kêm dimîne."