Rêveberiya Xweser: Bi rihê şerê gelê şoreşgerî emê dagirkerî têk bibin

Rêveberiya Xewser a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê 6 'emîn salvegera dagirkirina dagirkirina Efrînê Şermezar kir û teqez kir ku li hemberî dagirkeriyê xeta berxwedanê dê serkeftinê misoger bike.

Hesekê – Di 18 Adara 2019’an de dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşek dijwar bir ser Efrîn, li hemberî wê jî gelê Efrînê 58 roja li ber xwe dan û heya vê kêliyê di kampan de berxwedana xwe li hemberî dagirkeriyê didomînin. Di 6 'emîn salvegera dagirkirina Efrînê de îro Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê li Qada Şehîd Ethro ya taxa Nasra daxuyanî da .Nûnerên saziya Civaka Sivîl û partiyên siyasî di daxuyaniyê de amade bùn. Daxuyanî ji aliyè Mamosteya zimanê Kurdî Şîlan Remo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em şehîdèn Berxwedana Serdemè bibîr tînin. Ev 6 sala Efrîn hatiye dagirkirin, ev 6 sal jin, zarok u kal û pêrên di Efrîn de mane rastî destdirêjî, lêdanê tên mînaka wê jî komkujiya di newroza borî aCindêrisê û herî dawî qetilkirina ciwanê Kurd Ehmed Mamo ve li ber çava ye. Li hemberî dagirkeriyè û pilanên qirkirinê xelkê Efrînê îro di kampên Şehbayê di bin şert û mercên dijwar û dorpêçkirinê berxwedanek bê hempa dimeşînnin. Hebûna niştecihên Efrînê di bin kampan de peyamek dide ku heya vegerin ser xaka xwe wê li ber xwe bidin. Armanca dagirkirinê guhertina demografî û tunekirina nasname, hebûn û çanda resen ya xelkên Efrînê ye . Her wiha bi van êrîşan dixwaze sîstema Rêveberiya Xweser vala derxîne û gelê herêmê di bin sistemên netew dewlet kole bike. Em soza rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê ù Girê Spî didin. Emê bi berxwedana gelê xwe xaka xwe ji pilan û dagirkirinê rizgar bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedan" bi dawî bû.