Jinên Misrê ji bo parastina destkeftiyên xwe têdikoşin

Jinên Misirê yên ku di çarçoveya 16'ê Adarê Roja Jinan a Misrê de nirxandinan kirin, dan zanîn ku tevî destkeftiyên xwe jî ji ber pergala mêr-dewletê hewl tê dayîn hebûna wan bê astengkirin.

ASMAA FATHI

Qahîre - Jinên ku li Misrê ji bo mafên xwe têdikoşin, difikirin ku bi taybetî di çend salên dawî de merheleyên girîng derbas kirine. Jinên ku 16 rojan çalakiyên cur be cur li dar dixin, şoreşa ku jinên Misrê li dijî kolonyalîzma Îngilîz pêk anî û wêrekiya şoreşa sala 1919’an ku zêdetirî 300 jin bi pêşengiya Hoda Şaerawî beşdar bûn, bi bîr tînin.

Civaknas û hîndekara beşa hunerê ya Zanîngeha Menoufia Thuraya Abdel Gawad, diyar kir ku pêşketina jinan sînordar tê dîtin û wiha got: "Tevî serkeftinên ku jinan di qadên cuda de bi dest xistine jî xwe gihandine pozîsyonên wezaretê û di bazara hêza kar de xwedî pozîsyonek baş in jî di hinek sektorên civakî de sînordar mane. Jinan di jiyana civakî de li cihên diyar hebûna xwe ava kirin.”

‘Ne di pozîsyona biryargirtînê de ne’

Thuraya Abdel Gawad, diyar kir ku beşdarbûna jinên Misrê ya zanîngeh û darazê tê astengkirin û wiha axivî: “Di rektorên zanîngehan û darazê de beşdarbûna jinan ne di asta tê xwestin de ye. Li bajarê Damiettayê ji bilî jinek tu jin di qoltixa walîtiyê de cih nagire. Di zanîngehan de ji bilî cîgirên serokatiyê û Partiya Destûra Bingehîn di serokatiya partiyên din de cih nagirin. Ev rewş bandorê li xebatên sendîkayan jî dike. Tevî ku jin lîderên sendîkayan in jî nikarin di konseyên sendîkayan de cih bigrin û di cihgirtina jinan a pozîsyonên biryargirtinê de qeyranek heye.”

'Hê jî pêşketineke rast tune ye’

Thuraya Abdel Gawad, da zanîn ku bi giştî 4 wezaretên ku jin dorveger di wan de kar dikin hene û wiha got: “Tevî destkeftiyên cur be cur ên ku me bi dest xistine jî em dikarin bibêjin pêşketinek rast tune ye. Konseya Neteweyî ya Jinan jî di nav de divê civaka sivîl a fermî ku ji aliyê hikûmetê ve tê çavdêrîkirin, hemû pirsgirêkên jinan îfade bike û tevli bibe. Lê jin piştgiriya pêwîst nagirin. Gelek mijarên ku li ber çavan nayên girtin hene. Ji bilî muxadeleya zewacê, hevberdan û pirsgirêkên di navbera hevjînan de tên jiyîn, tevlibûna siyasî jî di nav de gelek mijarên ku civaka sivîl eleqedar nabe hene.”

'Bêdengî hat şikandin'

Thuraya Abdel Gawad, destnîşan kir ku rêxistinên civaka sivîl ên li ser bingeha hewldanên dilxwaz ên ferdan, di van salên dawî de hişyariya civakî bilind kiriye û wekhevî û cudakarî jî di nav de bêdengiya têkildarî mafên jinan şikandine. Thuraya Abdel Gawad, wiha got: “Beriya Şoreşa 25’ê Çileyê û piştî wê, jinan di rêxistinên civaka sivîl, sazî û rêxistinan de, xebatên femînîst û hiqûqa statûya kesane de hewldanên girîng dan. Em dikarin diyar bikin ku bêdengiya saziyên sivîl ên li dijî cudakariya li dijî jinan xirab bû. Êdî fikra wekhevî, rolên civakî, rola jinan, edaleta di kar û mûçeyan de di jiyana civakî de bi awayekî xurt cih girt. Ev hemû di nava destkeftiyên civaka sivîl de cih digrin.”

'Pêwîst e hevgirtin bê xurtkirin'

Seroka Heyeta Mutewellî ya Weqfa Jinan a Nû Nevin Obaid jî diyar kir ku jinên serdema nûjen a Misrê di warê aborî, civakî, siyasî û mafên medenî de xwedî dîrok û ezmûneke dirêj in. Nevîn Obaid, destnîşan kir ku hemû rêxistinên jinan di çarçoveya derfetên ji wan re hatine dayîn de bi awayekî xurt xebatên xwe dimeşînin û diyar kir ku ji aliyê din ve civaka sivîl dibe şahidê dorpêçeke zehmet. Nevîn Obaid, wiha got: "Divê hevgirtin bê xurtkirin, pirsgirêkên jinan bi rê û rêbazên cuda bên destgirtin, cudakerî ji holê bê rakirin û her rêxistin bi kesayeta xwe ya serbixwe bi awayekî giştî xizmeta mijarê bike.”

Nevin Obaid, destnîşan kir ku li herêmeke şerê çekdarî lê dijwar e tevgera jinan, bi taybetî ji ber qeyrana aborî ji welatên din ên Ereb hîn zêdetir pirsgirekan dijîn û wiha got: "Tevî hemû pêvçûnan jî sazî heta îro bi biryardarî li ser lingan ma. Sala borî her jinê serkeftinên şexsî bi dest xist. Hinek ji van di encama hişmendiya li dijî tundiyê, redkirina tundiyê, biryardariya li dijî wî û jêhatibûna wê ya başkirina rewşa xwe ya aborî de derket holê."

'Gelek serkeftin hatin bidestxistin'

Seroka Yekitiya Cotkariyên Piçûk ên Minyayê Hana Abdel Hakim jî got ku jinên Misrî yên xwedî berpirsyarî, di van salên dawî de li dijî astengiyên civake derketine û gelek serkeftin bi dest xistine. Hana Abdel Hakim, diyar kir ku di qada giştî de hebûna jinan û li herêmên gundewar hebûna sendîkayan pir kêm e û wiha got: “Jinan ji bo başkirina şert û mercên xwe piştgiriya yekitiya me kirin. Ji ber ku 700 jin bûn endamên yekitiyê, bêdengiya heyî xirab bû. Me li dijî sinetkirina jinan û zewicandina zarokan têkoşîna xwe meşand. Em li dijî gelek binpêkirinan derketin. Jinên Misrê ji bo pêşxistina fikrên xwe bi daxwaz bûn û bi vî awayî gelek serkeftin bi dest xistin.”