Rêveberiya Kampa Holê derbarê êriş û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Surî daxuyanî da
Derbarê gefên dewleta tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Rêveberiya Kampa Holê daxuyaniyek da û bang li NY, Emerîka û Rûsiya kir ku li gor erkên xwe tevbigerin û ambargoya li ser herêmên Rêveberiya Xweser rakin.
Hesekê - Piştî ku dewleta tirk a dagirker gefeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, nerazîbûneke cidî ji aliyê gel, sazî û dezgehan ve derket holê. Derbarê vê mijarê de jî Rêveberiya Kampa Holê li ber avahiya rêveberiyê daxuyaniyek da û da diyarkirin ku divê hêzên navnetewî bi erkên xwe rabin.
“Erdogan çeteyan wekî kaxezeke zextê li dijî dewletan dide bikaranîn”
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kampa Holê Hemrîn El-Hesen ve hate xwendin de bal li ser êriş û gefên dewleta tirk a dagirker hat kişandin û wiha hat gotin: “Dîsa Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayiyb Erdogan di vê dawiyê gefa êrîşkeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di bin hin hîcetên derewîn de ku kes êdî pê bawer nake, taybet di hundirê Tirkiyê ku kes nema piştgiriya wî jî dike, xwar. Dîsa dewleta tirk bi Serokatiya Erdogan tekez dike ku ew xwediyê terorê ye û heman wextê jî piştgirê wan e, her wiha çeteyan di rêya hin koman re didin avakirin û rêdikin welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Asiyaya Navîn. Di heman wextê de Erdogan çeteyan wekî kaxezeke zextê li dijî dewletan dide bikaranîn.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên dewleta tirk a li ser heremê ranewestiya ye û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş û topbaranên xwe ranewestandiye, ji gundewarên Şehbayê bigre heya Kobanê, Eyn Îsa û tevahî xeta agir yên li Zirganê û Til Temirê.Ger ku êrîşek nû pêk were, wê karîsetên pir mezin bi xwere bîne, ji lewra divê ku Rûsiya û Emerîka û hêzên Koalîsyonê bi erkên ku dikeve ser milên wan bicih bînin.”
“Zêdetirî 200 malbat neçarî koçberiyê bûn”
Derbarê kiryarên dermirovî yê dewleta tirk pêk tîne de wiha hat gotin: “Êrîşa ku dewleta tirk a dagirker pêk anî gihişt astekê ku Dêra Mar Sawa a gundê Til Tewîl a Aşûrî li rojavayê navçeya Til Temirê tevî dibistana gund topbarankirin. Di heman wextê de jî hedefgirtina mal û milkên sivîlan tevî Mizgefta ku li gundekî Minbicê. Ev topbaran bû sedem ku zêdetirî 200 malbat neçarî koçberiyê bibin û berê xwe bidin kampa (Newroz-Tiwêhîniyê- Til El-Semin), ev ji derveyî malbatên ku li Hesekê dijîn. Ev sûcên ku tên kirin, kirîza Sûriyê kûrtir dike her wiha barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di pêşwazîkirina koçberan de zêde dike.
Gefên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber vejandina rêxistinên terorîst li ser axa Sûriyê û taybetî li Kampa Holê vedike û rê dide ku ji nû ve xwe birêxistin bikin. Ev gef ji bêdengiya navdewletî ji êrîşên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hîceta avakirina Herêma Ewle, der tê. Bê guman ev hîcete da ku pê raya giştî di nav de hêzên hegemonîk û dewletên Ewropayê û jê rêxistinên hiqûqî di nav de NY bixapîn in.”
“Divê rêxistinên navnetewî di warê mafên mirovan de bixebitin”
Di dawiya daxuyaniyê erkên mirovî yên civaka navnetewî hat bibîr xistin û wiha hat gotin: “Em wekî Rêveberiya Kampa Holê êrîşên dewleta tirk di warê çandî, olî û hemû herêmên ku sivîl lê dijîn, şermezar dikin. Em bang li Civaka Navdewletî, Rêxistinên Navdewletî yên ku di warê mafê mirovan de dixebitin, ku li dijî êrîş û gefên dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin. Her wiha ev binpêkirinên wekî sûc pênase bike û divê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe kaxezekê zextê di navbera Tirkiyê û dewletên rojavayî de. Di heman wextê de jî em bang dikin ku embargoya li ser herêmên Rêveberiya Xweser were rakin û Deriyê Til Koçer vekin da ku alîkariyên mirovî û tenduristî derbas bibin."