Rêveberiya demkî bi şîdeta mezhebî peymanan binpê dike

Binpêkirina agirbestê nîşan dide ku tu hukmê peymanên ku hatine kirin tune ye. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku îdia dike girêdayî çareseriyên siyasî ye; bi kirinên xwe nîşan dide ku taktîkên belavbûna şîdetê bi kar tîne.

Navenda Nûçeyan – Binpêkirinên ewlehî û leşkerî yên li bakur û başûrê Sûriyeyê zêde dibin nîşan didin ku pêvajoyeke nû ya ku gefê li peymanên heyî dixwe dest pê dike.

Ji Heleb heta Humus û Suweydayê şîdet û binpêkirin dubare dibin. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam de ye, helwesteke zelal nîşan nade. Çavdêr, diyar dikin ku tiştên tên kirin, bi armanca tunekirina ewlehî û îstîqrarê ne, ji ber vê divê ku ji bo parastina ewlehiya giştî tedbîrên lezgîn werin girtin.

Bûyera li Helebê

Stadyûma Marî ya li Taxa Suryan a Helebê, ji stadyûma sporê veguherî qada dehşetê. Kesên çekdar ên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam, li qada ku ciwanên Elewî bi futbolê dilîstin gule bera hewa dan, dûre du ciwan revandin. Ciwanên ku hatin revandin kesek hat berdan ê din agahî jê tune ye.

Rojek berê jî li Taxa Şêx Maqsûd ciwanek ji bo fîdyeyê hat revandin. Ev rewş nîşan dide ku şantaja mezhebperest û şantaj bûye tişteke ku her dem tê dubarekirin û tu mekanîzmaya hesabpirsînê jî tune ye.

Taxan veguherandin cihê leşkeran

Bi binpêkirina peymana ku 1’ê Nîsanê hat îmzekirin, rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi çêkirina bendên leşkerî û avakirina çeperên ji axê kir lê li gorî benda pêncan a peymanê, diviyabû ev çeper di bin kontrola hêzên ewlekariya hundirîn de bin.

Ev gav ne tenê binpêkirina peymanan, di heman demê de nîşan dide ku niyeta rêveberiya demkî ew e nexşeriya kontrolê ya di nava bajar de ji nûve xêz bike. Ev yek jî li ser bê îstîqrariyê xeterên din zêde dike û gel bi zêdebûna xeterê re rûbirû dihêle.

Binpêkirina agirbestê li Suweydayê û hevsengiyên di bin gefê de

Li başûr bi taybet li Suweydayê, rêveberiya demkî bi hedefgirtina bajarokê Atîl agirbestê binpê kir. Muhafizên neteweyî bersiv dan guleyan lê xuya ye ku Heyet Tehrîr El-Şam her diçe hewl dide qada xwe berfirehtir bike, ev yek jî gumanên derbarê girêdana bi agirbestê re mezin dike.

Li bajarê Humusê jî tê diyarkirin ku bûyerên kuştina mirovan zêde dibin. Li gorî nûçeyan li taxa Koçberan du hevjînên hevdu hatin kuştin, li Taxa Sabîl jî hewl dan jineke ciwan birevînin. Van bûyerên ku xwedî karekterên mezhebperest in, nîşan dide ku li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de ewlehî nemaye.

Weke encam

Tiştên diqewimin ne tenê binpêkirinên li qadê ne, perçeyek ji polîtîkaya sîstematîk a ku tiştên ji mutabaqata neteweyî mane hedef digrin e. Li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de, bûyerên revandina mirovan, kuştin û binpêkirina ewlehiyê her diçe zêde dibin. Bê helwestiya hikumetê ya li dijî van bûyeran, an ji ber ku nikare baskên xwe yên leşkerî kontrol bike yan jî pejirandina polîtîkaya “înkara taktîk” e. Li aliyê din, girtina riyên bi hêrêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yên Rêveberiya Xweser re girêdayî û bendên wan, jiyana sivîlan zortir dike û tevgera bazirganî û mirovî radiwestîne.