REPAK: Piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jinên Iraqê

Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) di daxuyaniya xwe ya li dijî guherîna zagonê ku li Iraqê rê li ber zewaca zarokan vedike, banga piştevaniya gerdûnî kir.

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî pêşnûme biryara zagona zewaca zarokên keç ji 15 salî dabikev 9 salî ya ku ketiye rojeva parlemnetoya Iraqê zêde dibe. Der barê pêşnûmebiryara ku tê pêşbînî kirin ku di parlementoyê de derbas bibe, Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) daxuyaniyek nivîskî weşand û banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir. 

Di daxuyaniyê de derbarê hurgûliyên pêşnûmeyê de ev tişt hate gotin: “Pêşnûmebiryar destpêkê armanc dike zarokên keç 9 salî werin zewicandin, li gel vê jî ev pêşnûmebiryar maf dide mêr dema bixwaze bizewice, li gorî mezheban hilbijêre lê mafê nade jinê ku mezheb hilbijêr e. Di heman demê de jî mafê kurê dê û bavê wan dev ji hev berdaye, temenê hilbijartina dê û bav ji 15 salî dadikeve 7 salî. Divê rewşê de li gora zagona sala 1959’an, hevberdana hevjînan li gora hiqûqa medenî tê kirin, bi vê pêşnûmeyê li gora meshebên  Şîî û Sunî dikarin hevberdin. Ger jin ne xwedî mezheba fiqhê be, dadgeh dê li gorî mezheba hevjînê wê hevberdan û mafên pê ve girêdayî bi rê ve bibe. Ev pêşnûmebiryar ger li gora meshebê Şîî û Sunî dadgeh erkê mudaxeleya guncaw nasbike, wê di darazê de cudahiya mesheban kurtir bike.”

‘Pêwîstî bi piştevaniya jinê heye’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çend tevgerên jin ên Iraqê û hawirdorên demokratîk li dijî pêşnûmebiryara zewaca zarokan di nava têkoşînê de bin jî, pêwîstî bi piştavaniya giring ya jinan heye û wiha hate gotin: “Eşkere ye, krîza hikumeta Iraqê jiyan dike, nêzîkatiyên paşverûtiyên navxweyî, konjonkturên herêmê û tevîzdayîna ji tifaqa dewleta Tirk û PDK’ê, wê bi gelê Iraqê û jinan mezin bide windakirin.”

Daxuyaniya REPAK’ê wiha berdewam kir:

“Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku em tê de ne, li ser eksena zayendperestî û îdeolojiya olî tê meşandin. Hêzên hegemonîk ên cihanî û herêmî bi rêxistinên olî yên radîkal bi armanca qirkirina jinan û gelan şerê wesayetê dimeşînin. Êrişên ku careke din ji bo teslîmgirtina bedena jinan tên, qirkirina DAIŞ'ê ya li ser Şengalê û li bazarên koleyan firotina 5 hezar jinên Êzidî. Her wiha di encama tifaqa ku bi dewleta Tirk re kiriye de bi fetwaya "jinên Kurd helal in" êrişên dagirkeriyê yên didomin, di şerê cîhanê yê 3'yemîn de bûya xala werçerxê. Di encama desteserkirina rêveberiya Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve, hemû mafên jinên Efgan hatin desteserkirin, Hamasê di şerê Îsraîl û Filistînê de êrîşek hovane li bedena jinên Îsraîlî kir û Îsraîlê jî di bin navê bersivdayînê de bi dehan jin hatin qetilkirin. Ev yek di şerê cîhanê yê 3’emîn de pêvajoyeke din a xeternak û trajîk da destpêkirin. Siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê li dijî çalakvanên “Jin, Jiyan, Azad” bidarvekirina bi sedan girtiyên siyasî ji wan Paxşan Ezîzî û bidarvekirina 22 girtiyan tenê di rojekê de, nîşan dide ku qeyranên Rojhilata Navîn dê kûrtir bibin. Êrîşên dawî yên radîkalên olî yên li Bangladeşê li dijî jinan bi rêbazên mîna DAIŞ'ê careke din nîşan dide ku şerên li cîhanê wê li ser qirkirina jinan bin. Em careke din teqez dikin ku bi demokratîkbûna zêdetir û azadiya jinan dê krîz derbas bibin û ev yek dê bibe çareseriya ku sûdê ji gelê Iraqê re bîne.

Bang ji bo hikumeta Iraqê

Di pêvajoyeke ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser esasê dagirkirinê operasyona xwe ya dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê berfireh kir, hikûmeta Iraqê di encama zext û zordariyan de partiya siyasî ya Êzidî PADÊ û Tevgera Azadî girtin. Danasîna qanûna li Iraqê ji bo daxistina temenê zewaca keçan 9 saliyê, tê wateya fedakirina çarenûsa gelê Iraqê û jinan ji bo bloka faşîst a herêmê. Bi tekoşîna gelên Kurd, jinan û mirovahiya cîhanê, qetlîama ku DAIŞ’ê ne karî li dijî gelê Kurd, Ereb û jinan pêkbîne niha tîfaqa dewleta Tirk-KDP dixwaze pêk bînin.

Divê bingehê de banga me ji bo hikumeta Iraqê; sûdên jin û gelê Iraqê li berçavan bigrin û li cihê sekna li gel bloka faşîst, siyaseta demokratîk esas bigre. Divê pêşnûmebiryara xwe ya temenê zewaca zarokan dike 9 salî ku pêşkêşî meclîsê kiriye şûnde vegerîne.  Banga me ji bo hemû tevgerên jinan, tevgerên femînîst û civaka demokratîk ewe ku; piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jinên Iraqê û li dijî zewaca temenê biçûk pîştevaniya gerdûnî û têkoşîna hevpar mezin bikin.”