REPAK’ê ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
REPAK’ê bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî da û bang li rejîma Îranê kir ku dawî li binpêkirina mafê mirovan, êrîşên li ser jinan binîn.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) bi daxuyaniyek nivîskî erêkirina cezayê darvekirinê yê çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û ragihand ku li Îranê gef û zilma li dijî jin û aliyên din ên mafê mirovan di parêze zêde bûye.
‘Desthilatên ku yekdestiyê esas digrin hilweşiyane’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Rejîma Îranê, ruxmê ku gelê wî di demên herî aloz de jî nebûn alî û li welatê xwe man, tu car deng û daxwazên gelê xwe guhdar nake. Berjewendiyên gel naparêze û berovajî wê her ku diçe tundtir dibe û dikeve rewşekî jêneveger. Di dîrokê de gelek mînak hene, desthilatên ku yekdestiya xwe esas bigrin û berjewendîyên gel û hemwelatîyên xwe esas negrin hebûna xwe ne domandine, lê dema ku ruxmê hemû ne heqî û bê edeletî li kêleka gelê xwe bûne û hewldane çareser bikin her serkeftî mane. Cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemed hatiye birîn, ku li dijî binpêkirina mafên mirovan, tunddî, îstîsmar û neheqiyê şer kiriye, ne berhema pergaleke hiqûqî ya li ser bingeha mafane, lê belê pergaleke ku serdestiya mêran pêş dixe û mafê jiyanê yê jinan dike hedef e.”
‘Bi sedan jin têkoşiyane’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi sedan jinên ku ji bo rizgariya xwe têkoşiyane, ji aliyê vê rejîma dijminê jinan ve hatine hedefgirtin. Gelên ku vê neheqiyê dibînin li hember van sîsteman bêdeng nemane û wê bêdeng nemînin jî, ji ber her bêdengî bi xwera neheqî û bê edeletîyên nû ava dike.
‘Rejîma Îranê mafan daxwaza maf wek sûc dibîne’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilata Îranê daxwaza maf wek suc dibîne. Li şûna ku çareserî pêşbixe her hewldanekê wek gef ji bo pergala xwe a mêr dibîne û serî li zorê dide. Ev hemû li ber çavê cîhanê çêdibin û her ku diçe zêdetir dibe.
Bang li raya giştî: Em bibin dengê gelên azadîxwaz
REPAK bang li rejima Îranê kir ku dest jî pergala xwe ya dij mafê mirovan, êrîş û kiryarên xwe yên sistematîk li ser jinan berde û cezayên darvekirinê bide sekinandin. Yekane rêya çareserî û aramî hişmendîya demokratîk, parastina maf û dengê gele. Her wiha bang li raya giştî a demokratîk kir ku, bibin dengê gelên azadîxwaz û li her derê bertekên xwe li dijî darvekirinê nîşan bidin.