Remziya Mihemed: 5’ê Gulanê dê meşa girseyî ya li dijî êrîşan bê lidarxistin
Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed ji bo beşdariya meşa 5’ê Gulanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê li gelê herêmê kir got: “Ev meşa me dê bersiv be ji êrîş û dagirkeriya dewleta tirk re."
ROJ HOZAN
Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker êrîşên dijwar li ser xaka Başûrê Kurdistanê dide meşandin her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike. Li dijî van êrîşan helwestên nerazîbûnê ji aliyê gelê Kurd û pêkhateyên herêmê ve tên nîşandan. Her wiha civak piştgiriya xwe ji şervanên azadiyê re mayînde dikin. Li dijî van êrîşan di 5’ê Gulana 2022’an de li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê meşe girseyî bi beşdariya bi sed hezaran welatiyan bê lidarxistin. Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed banga tevlibûna meşê kir.
“Wê helwestên me bi deng û regnê berxwedana me diyar bibin”
Remziya Mihemed xetereya êrîşên dewleta tirk li ser tevahî Kurdistanê anî ziman û wiha got: “Li seranserê Kurdistanê û çiyayên azad ên ku şervanên azadiyê lê têdikoşin û li ber xwe didin şerekî giran li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk tê meşandin. Armanca dewleta tirk tunekirin û qirkirina gelê Kurd e. Li dijî van êrîşan gelê me bi hemû pêkhateyên xwe rojane di nav çalakiyan de ye û helwestên xwe tîne ziman. Li dijî şerê dewleta tirk a dagirker weke herêma Cizîrê haziriyên çalakiyên mezin tên kirin gelê me di wê baweriyê de ye ku dê bikaribe bi vîneke xurt li dijî van êrîşan li ber xwe bide. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan dê di 5’ê meha Gulanê de meşeke girseyî bê lidarxistin. Di vê meşê de wê bi sed hezaran welatî ji tevahî sazî û dezgeh, rêveberî û civakê tevli bibin. Ev çalakî dê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin. Dê ne tenê ev çalakiya me be lê belê rojane bi daxuyanî, helwest û coşeke mezin gelê me li qadan be. Wê helwestên me bi dengê berxwedana me bilind bibin tu carî em û şervanên xwe ji hev qut nabin û wê çalakiyên me li dar bin heya ev êrîş ji ser me bên rakirin.”
“Meşa me silavdayina ji berxwedana şervanên azadiyê re ye”
Remziya Mihemed bang li gel kir ku tevli çalakiya meşa mezin bibin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e welatên cîhanê jî xwedî helwesteke cidî bin li dijî dagirkeriya dewleta tirk ji ber ku di van êrîşan de sivîl tên qetilkirin û koçberkirin. Weke komîteya amadekar banga me ji bo gel heye ku bi hemû hêza xwe tevli vê çalakiyê bibin da ku em bi yek dengî bibin bersiva êrîşên dagirkeriyê û bersiva îxaneta ku li doza Kurdan tê kirin. Meşa me silavdayîna ji berxwedana şervanên azadiyê re ye ji ber ku gel û şervan hev temam dikin.”