Rejîma Îranê mamostaya zimanê Kurdî ji kar dûrxist
Êrişên rejîma Îranê yên li ser jinên azadîxwaz û zimanê Kurdî berdewam dike. Ev hefteyeke mamostaya zimanê Kurdî Leyla Selîmî ji aliyê rejîma Îranê ve ji kar hatiye dûrxistin û doz lê hatiye vekirin.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku mamostaya zimanê Kurdî Leyla Selîmî ya xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Lijneya Vekolîna Tawanên Îdarî ya Wezareta Perwerdeya Îranê ve ji bo du mehan ji kar hate dûrxistin.
Hate diyarkirin ku Leyla Selîmî bi hinceta ‘beşdarbûna çalakiyên sendîkayê û endambûna Sendîkaya Mamostayên Sineyê’ hate cezakirin.
Leyla Seîmî 32 saliye, xwedî tecrubeya mamostetiyêye û di heman demê de çalakvana Sendîkaya Mamostayên Sineyê ye.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di van demê dawî de êriş û zextên rejîma Îranê ya li ser zimanê Kurdî û mamostayên zimanê Kurdî zêde bûye. Heta niha nêzê 9 mamostayên zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hincetên cuda ji kar hatine dûrxistin û hinek jî hatine girtin û cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.