Seroka Rêxistina PASS’ê: Dozên jinan me dikin yek

Seroka Rêxistina PASS û çalakvana Yemenî Behiya El Seqaf bi riya peyamekê piştgiriya xwe bi YPJ’ê re ragihand. Behiya di peyama xwe de dibêje: ““Pirsgirêkên jinan nayên parçekirin û ne girêdayî sînorên erdnîgarî an girêdayîbûnên neteweyî an olî ne."

Navenda Nûçeyan – Seroka Rêxistina PASS’ê û aktîvîsta Yemenî Behiya El Seqaf di peyama xwe de wiha dibêje: “Wek jineke Ereb, ez piştgiriya xwe ya mirovî bi jinên Kurd ên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û têkoşîna wan re tînim ziman.”

Berfirehiya peyama Behiya El Seqaf wiha ye:

‘YPJ modelek ya berxwedana jina ne’

 “Wek jineke Ereb, ez piştgiriya xwe ya mirovî bi jinên Kurd ên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û têkoşîna wan re tînim ziman. Têkoşîna wan a li dijî tundî û terorîzmê nîşaneyek e ku rola jinan di nava civaka me de jinûve pênase kir.”

Behiya El Seqaf destnîşan kir tiştê ku şervanên YPJ’ê kirine ne tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar e, lê ji wê wêdetir diçe û dibe modelek berxwedana jinan, qalibê ku têgehên parastin û hêzê bi mêran ve girêdide dişkîne, her wiha piştrast dike ku jin dikarin di parastina xwe, civaka xwe û rûmeta xwe de di rêza pêşîn de bin.

‘Pirsgirêkên jinan nayên perçe kirin’

Çalakvana Yemenî di peyama xwe de diyar dike ku: “Pirsgirêkên jinan nayên parçekirin û ne girêdayî sînorên erdnîgarî an girêdayîbûnên neteweyî an olî ne, lê pirsgirêkek mirovî ye. Pêkanînên jin li her deverê pê re rû bi rû dimînin, berdewama êşeke hevpar e ku hevgirtineke bêsînor hewce dike.”

Behiya El Seqaf di nava peyama xwe de balê dikşîne li ser têkoşîna jinên Kurd û dibêje ku îrade û fedakariyên wan ji jinên cîhanê re bûne îlham rêya ber bi azadî û wekheviyê bi şikandina qalibên serwer û cudakariyê û bi avakirina feraseteke civakî ya li ser esasê edaletê dest pê dike.

Serokê Rêxistina PASS û çalakvana ji Yemenê Behiya El Seqaf di dawiya peyama xwe de anî ziman ku hevgirtina jinan hêza pêkanîna guhertinê ye û got “Dozên jinan me dikin yek.”