Rejîma Îranê jinek din qetil kir
Di xwepêşandanên Tehranê de xwendekara Merîwanî Nesrîn Qadrî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin bi pêşengiya jinan û bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî destpê kiribû didomin. Li gel êrişên rejîma Îranê çalakvanên ku bi rejîmê naxwazin gav paş ve navêjin, duh rejîma Îranê jinek din a xwendekar Nesrîn Qadrî ya ji Merîwanê bû li Tehranê qetil kir.
Li gor agahiyên hatine bidest xistin cenazeya Nesrîn Qadrî çi bo spartina axê anîne Merîwanê, hêzên rejîma Îranê bi armanca rêgirtina kombûnê hewl dane cenazeyê birevînin.
Hêzên hikûmetê gef li dê û bavê Nesrîn Qedrî Ehmed Qadrî û Sultaniya Ilbigî xwarine ku cenaze bi awayekê bêdeng û nepenî bê veşartin. Li hemberî gefa revandina cenazeyê hat zanîn ku welatiyan li ber mala malbata Nesrîn Qadrî kom bûne.