Rejîma Îranê ceza da jineke Kurd

Rejîma Îranê bi hinceta ‘Alîkarî daye hizbek muxalefetê ya Rojhilatê Kurdistanê’ 8 meh cezayê girtîgehê da jina Kurd a bi navê Hetaw Ekremî.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku jina bi navê Hetaw Ekremî ya 32 salî ya xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.

Her wiha diyar kir ku bi hinceta ‘Alîkarî daye hizbek muxalefetê ya Rojhilatê Kurdistanê’ dadgeha Bokanê 8 meh ceza daye Hetaw Ekremî.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku piştre cezayê girtîgehê veguheriye cezayê pere û dosyaya wê ji bo lêkolînkirinê şandine Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê.

Hat diyarkirin ku di dema serdegirtina mala Hetaw Ekremî ya li gundê Îngice yê ser bi Bokanê ve hêzên rejîmê tundî li Hetawê Ekremî kirine û wê wisa binçav kirine.

Beriya niha jî Hetaw Ekrem hatibû binçavkirin û piştî 25 rojan bi dayîna kefaleta 6 milyar tumenê Îranê hatibû berdan.