‘Fesadî û nakokî peymana QSD û Şamê hedef digre’

Jinên li bajarê Hesekê tekez kirin ku bûyerên li Kobanê û Helebê qewimîn armanc dikin ku di navbera civakên herêmê de nakokî derxin û pêşî li pêkanîna peymana di navbera Şam û QSDê de bigirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi boneyên dîrokî yên wekî cejna Newrozê ku gelê Kurd ji bo ji nû ve piştrastkirina mîrat û dîroka xwe pîroz dike, hin dewlet û kesayet beşdarî hinek kiryaran dibin ku çandina nakokî û dabeşbûnê di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de, pêk bînin. Lê gelê Kurd di her şert û mercî de israr dike ku vê roja pîroz, pîroz bike ji ber ku wê mîna rojek netewî dibînin. Têkildarî vê mijarê jinên bajarê Hesekê bi riya ajansa me helwestê xwe nîşan dan.

Fesadî û nakokî wê nikaribe agirê Newrozê vemirîne

Hediya Mihemed, yek ji dayîkên Kurd e ku her sal Newrozê pîroz dike. Dayîka Hediya, piştrast kir ku di seranserê dîrokê de û heta niha jî, hewl hatiye dayîn ku di navbera civakên herêmê de nakokî were çandin da ku gelê Kurd roja xwe ya neteweyî pîroz neke. Wê got ku “Dema ku rejîma Baasê li ser desthilatdariyê bû, gelek polîtîka û binpêkirin li dijî gelê Kurd hebûn. Armanc ew bû ku wan ji pîrozkirina roja xwe dûr bixin, lê ew nekarîn Kurdan rawestînin ji ber ku Newroz rojek neteweyî û roja rojhilatê ye.”

‘Rihê neteweyî ji polîtîka û kiryarên qirkirinê xurtir e ‘

Hediya da zanîn ku gelê Sûriyê, ji dîrokê ve rastî siyasetên derxistina nakokî û fesadiyê hatiye û destnîşan kir ku pêdivî bi zanebûn û hişyariyek xurtir heye. Dayîka Hediya hestên xwe wiha anî ziman: “Di demên dawî de, dema ku DAIŞ’ê di sala 2018’an de ewlehî û aramiyê tehdît kir, gelê Kurd pîrozbahiya Newrozê dikir. Di nav gel de teqînek çêbû, di encamê de di nav jin, zarok û ciwanan de qurbanî û şehîd çêbûn. Lê dîsa jî nekarîn agirê Newrozê vemirînin. Ji aliyekî din ve, dewleta Tirk di 18’ê Adara 2019’an de bajarê Efrînê dagir kir da ku pêşî li pîrozkirina Newrozê ji gelê Kurd bigre, lê polîtîkayên wan ji ruhê neteweyî xurttir nebûn. Di vê qonaxê de, piştî rêkeftina di navbera Şam û QSD’ê de, kiryar û pratîkên takekesî yên li derveyî çarçoveya fermî hene ku îradeya gelê Kurd an gelê Sûriyeyê temsîl nakin. Armanca van kiryaran ew e ku nakokiyan biafirînin û Sûriyeyê ber bi komkujî û şer ve bibin.”

‘Em ji demên kevnar ve bi hev re dijîn

Zekiya Mihemed destnîşan kir ku çi dibe bila bibe û çiqas hewl bidin ku nakokiyan biçînin jî, kes nikare agirê Newrozê vemirîne û wiha domand: “Em gelên vê herêmê, ji demên kevnar ve bi hev re dijîn. Ev kiryarên takekesî yên ku armanc dikin ku nakokiyan biafirînin, nûnertiya gelê Sûriyeyê, nemaze gelê Kurd nakin. Kurd aştiyê dixwazin û ne di xwezaya wan de ye ku nakokiyan biçînin û rêya Sûriyeyê ber bi şer ve bibin.”

‘Şerê navxweyî ne ji berjewendiyên gelê Sûriyê ye

Dayîka Zekiya diyar kir ku gel hemû yek in, li ser yek axê dijîn û wiha got: “Divê em hişyar bin û her bûyerê bi têgihîştinê bibînin da ku em nekevin nav pevçûn û wêraniyê. Em van kiryaran qebûl nakin û ew me wekî civakên ku bi hev re dijîn  temsîl nakin. Em bang dikin ku her kes şiyar be, dixwazin şerekî navxweyî çêkin û ev yek ne ji berjewendiyê gelê Sûriyê ye .”