‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herikîna dîrokê guhert’
Çalakvanên nobeta wargeha penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herikîna dîrokê bi têkoşîna 50 salî guhertiye.
Mexmûr – Gelê Mexmûrê çalakiya Nobeta ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, hê jî bi biryardariyeke xurt didomîne. Çalakî di roja xwe ya hezar û 85’an de, bi dewrgirtina koma 209’an berdewam dike.
Beriya ku çalakî were dewrgirtin, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin hat kirin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 208’an Rojda Îlhan daxuyanî xwend.
‘Pergala modernîteya kapîtalîst bû sedema qetilkirina bi milyonan mirovan’
Rojda Îlhan di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û wiha pê de çû: “Di çaryeka sedsala 21’emîn de, ku li herêma Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê jiyîn, nakokiyên olî, mezhebî, çînî û neteweyî rû didin. Ev nakokî bi qasî ku dîrokî ne, di heman demê de ji aliyê hêzên hegemonîk ve jî tên kûrkirin. Pergala modernîteya kapîtalîst bi rêya her sê hespên mehşerê (netew-dewlet, endûstriyalîzm, kapîtalîzm) di her sê şerên cîhanê de bû sedema qetilkirina bi milyonan mirovan.”
‘Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya 50 salî herikîna dîrokê guhert’
Rojda Îlhan di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 50 salî ye ku li hemberî pergala kapîtalîzmê têkoşîneke mezin dimeşîne û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya 50 salî herikîna dîrokê guhert û li hemberî pergala kapîtalîst, xeta demokratîk li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê diyar kir. Vê yekê hişt ku Rêber Apo bibe hedef û di encama komploya navdewletî de, 27 sal in di bin tecrîdeke mutlaq de bê dîlgirtin.”
Merasîm bi dewrgirtina koma 209’an bi dawî bû.