RAWA: Bêyî tevlibûna jinan tu tevger nikare bi ser bikeve

Komeleya Şoreşger a Jinên Efganistan (RAWA) ji konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê re peyam şand û diyar kir ku hatiye îsbatkirin bêyî tevlibûna jinan tu tevger nikare bi ser bikeve.

Beyrûd- Komeleya Şoreşger a Jinên Efganistan (RAWA) peyam ji konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku bi beşdariya 21 rêxistinên ciwanan ên Rojhilata Navîn bi dirûşma "Ciwan û avakirina siberojeke azad" li paytexta Lubnan Beyrûdê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike re şand. 

Peyama Komeleya Şoreşger a Jinên Afganistanê (RAWA) wiha ye:

“Em hemû beşdarên konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, jinên ciwan ên wêrek ku li dijî baviksalarî, olperestî, faşîzm û emperyalîzmê têdikoşin bi germî silav dikin. Têkoşîna lehengane ya jinên Kurd li dijî hêzên paşverû û terorîst ên mîna DAIŞ'ê, ji bo parastina nasname û welatê xwe didomînin silav dikin û dema jin hêza xwe nas bikin û hişmendiya siyasî bi dest bixin, dikarin têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bi ser bixin. Girêdana di navbera gelê Kurd û Efgan de ne tenê ji ber êşên hevpar, bi berxwedana biryardar pêk tê. Em îlhamê ji xwişkên xwe yên Kurd digrin ku li kêleka hevalên xwe ji bo edalet û azadiyê têdikoşin.

Dê Talîban tu carî nikaribe jinên Efgan dîl bigre

Efganistan ji Tebaxa 2021'ê û vir ve ne tenê bi karesata mirovî, bi temamî hilweşîna jiyana mirovan re rû bi rû ma. Bi hatina Talîbanê re welatê me ji bo jinan bûye girtîgehek mezin û li dijî vê yekê hemû cîhan bêdeng e. Piştî dagirkirina Amerîka û NATO’yê li Efganistanê û li şûna Talîbanê, qaşo "serkeftinên" bîst salan di bîst deqeyan de têk çûn û gelê me xist nav qeyraneke kûrtir. Protestoyên wêrek ên jinan û berxwedana wan a bêhempa li hemberî girtin, mirin, îşkence û gefxwarinan, îsbat dike ku Talîban dê tu carî nikaribe jinên Efganî bi zincîrên xwe yên zordariyê dîl bigre.

‘DYE ciwanan fêrî gendeliyê dike’

Di nava bîst salên dawî de DYE’yê jî bi riya medyayê propaganda kir, nifşekî ciwanan fêrî gendeliyê kir. DYE ciwanên Efganî yên ku li Rojavayê cîhanê perwerde kirine, ji wijdan, rûmet û welatparêziyê bêpar di nav wan de zihniyeteke şaş ava dike û wan di rayên sereke de bi cih dike tenê ji bo pêşvebirina berjewendiyên siyasî û darayî yên Emrîkayê bin. Kesayetên mîna Fewziya Koofî, Sîma Semer, Şehrezad Ekber, Nahîd Ferîd, Nahîd Sarabî, Orzala Eşref û Adela Raz ev kes in ku xizmeta hikûmetên welatên rojavayî kirine û piştî ketina Kabîlê di demeke kurt de ji Efganistanê hatine derxistin. Gelek ji wan niha xelatên prestîjê digrin û di bala medyayê dijîtal de ne, ne ji ber xizmeta wan a ji bo jinên Efganî lê ji ber hevkariya wan bi polîtîkayên metingerî û propagandayên DYE’yê ye. Tehşîrkirina kesên bi vî rengî berpirsyariya hemû kesên demokrat û adaletxwaz e.

Bêyî piştevaniya DYE û dolaran, Talîban nikaribû rojek jî zindî bimîne. DYE bi rêbazên cur bi cur piştgiriya partiyên muhefezekar ên li Efganîstanê dike, pere radizîne da ku bikaribe di pêşarojê de jî fayde ji wan bigre. Ew piştgiriya kesayetiyên wek Gulbuddîn li Efganistanê dike û kurê Mesûd li Ewropa û serokên cîhadî li Tirkiye, Dubai, Qatar û çend welatên din ji bo tundiya pêşarojê. Partiyên muhafezekarên olperest ên Efgan jî bi hikumet û saziyên îstîxbaratê yên Îran, Pakistan, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Qatar û gelek kesên din ve girêdayî ne.

Hevalên hêja,

Gelê Afganistanê ji dîrokê fêr bûye û bi taybetî jî di van bîst salên dawiyê de dîtiye ku adalet, azadî, mafên mirovan û demokrasiya ji aliyê hêzên biyanî ve nayên diyarîkirin. Ev nirx encax bi têkoşîn û hewldanên girseyî yên ku çavên wan li pere nîn e û bindest in, dikarin di nava civakê de bisaz bibin û di vê rewşê de tu hêz wê nikaribe gefan li wan bixwe û paşve bikişîne.

Bi standina îlhama ji muxalefeta xurt a ciwanan li Îran, Tirkiye, Kurdistan û deverên din ên cîhanê li dijî faşîzma olî, mêtingerî û diktatoriyê, eşkere dibe  ku ciwanên Efgan di dijberiya muhafezekariya Talîbanê de xwedî roleke girîng in. Me dersên giranbiha ji gelê Filistînê yê berxwedêr û têkoşîna wan a mafdar girt. Êrişa 7’ê Cotmehê çalakiyeke herikbar a xweparastinê bû ji ber biryardariya man û nemanê. Berxwedana serdemê ya li dijî siyonîzm û emperyalîzmê cewhera edalet û berxwedariyê esas digre. Filistînî dive azadiyê bişopînin, da ku misogerkirina têkoşîna wan li gorî armancên wan ên hêja ava bibe. Em faşîzma Îsraîlê bi tundî şermezar dikin û weke trajediya herî xerîb a vê serdemê bi nav dikin.

Divê jin tevgera xwe ya şoreşgerî veguherînin hêzeke ku têk neçe

Em weke Komeleya Şoreşger a Jinên Efganistanê (RAWA) di wê baweriyê de ne ku hevgirtina hêzên şoreşger ên li herêmê ku li dijî muhafezekarî, emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê bi xurtî rawestin û têbikoşin. Di nava atmosfera qirêj û hişk a welatê me Efganistanê de, ev têkoşîn dê bibe tekane riya derketina ji rewşa xitimandî ya heyî. Divê jin hêrsa xwe bi hişmendî, çalakî û tevgera şoreşgerî veguherînin hêzeke ku têk naçe. Hatiye îsbatkirin ku bêyî tevlibûna jinan tu tevger wê nikaribe bi ser bikeve.

Têkoşîna ji bo serxwebûn, azadî û rizgariya jinan ji bo hemû jin û xortên ciwan erkek e. Ger girseyên bindest di serhildanê de bibin yek Zincîrên dîktatorî, rejîmên faşîst û baviksalariyê wê heta dawî nemînin,. Divê ev yekitî sînoran derbas bike û hemû herêman bigre nava xwe.”

Bijî hevgirtina hemû jinên ku ji bo azadiyê li çar aliyên cîhanê têdikoşin!

Bijî têkoşîna gelê me ji bo serxwebûne û demokrasiyê!