Raportorê PE yê Tirkiyeyê derbarê Colemergê daxuyaniyek parvekir

Raportorê Daîmî yê PE’ê yê Tirkiyeyê Sánchez Amor, der barê tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê de got: “Ev êrişeke hovane ya li dijî rêgezên demokratîk û bi topyekûn tunehesibandina vîna gel e.”

Navenda Nûçeyan - Raportorê Daîmî yê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor, derbarê binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariyê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir.

‘Tunehesibandinek topyekûn e’

Di nivîsê de wiha hat gotin: “Û dîsa dest pê kir: Şaredarê Colemêrgê yê hilbijartî yê DEM’ê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û li şûna wî qeyûm ji aliyê walîtiyê ve hat tayînkirin. Êrişeke hovane ya li dijî rêgezên demokratîk û bi topyekûn tunehesibandina vîna gel e: Rêyeke herî bilez a îktîdarê ya ji bo tunekirina her hêviyeke ji bo jinûve zindîkirina tevlîbûnê ye.”