Rapora NY ya 2024: Êrişên zayendî li herêmên şer ji sedî 25 zêde bûye
Neteweyên Yekbûyî di raporekê de diyar kir ku di sala 2024an de li herêmên şer êrîşên zayendî li gorî salên berê ji sedî 25 zêde bûne.

Yemen – Li Yemenê, li deverên di bin kontrola Hûsiyan de li dijî zarokan, binpêkirinên mîna zewaca zarokan û leşkerkirina zarokên keç zêde dibe. Ev yek di nava bêdengiya civakî û nebûna berpirsiyariyê de diqewime û êşa mexdûran li welatekî ku ji ber şer wêran bûye, girantir dike.
5 jê keç 11 zarok bi tundiya zayendî re rû bi rû man
Rapora dawî ya Netewên Yekbûyî (NY), bal kişand li ser yek ji deverên herî tarî yên şerê deh salî yê Yemenê. NY’ê, ragihand ku di sala 2024'an de 11 zarokên keç û kur bi tecawiz û tundiya zayendî re rû bi rû mane. Rapor ,tekez dike ku ev hejmar tenê beşek biçûk ji rastiya tarî ya mexdûrên welatekî ku ji ber şerên bi salan hatiye parçekirin, temsîl dikin.
Li gorî rapora salane ya Sekreterê Giştî yê NY’ê ya têkildarî tundiya zayendî ya têkildarî şer, rêxistina navneteweyî di navbera Çile û Kanûna 2024'an de li dijî 6 kur û 5 zarokên bûyerên tecawiz û tundiyê tomar kiriye û destnîşan kiriye ku jin û jinên ciwan di nav bêdengiya civakî û tirsa berbelav a ji demxekirin û tolhildanê de bi xetereyên zêde re rû bi rû ne. Ji ber vê piraniya dozan veşartî dihêle.
Li Yemenê tundiya bipergalî dimeşînin
Raporê, tekez kir ku li Yemenê tundiya zayendî rasterast bi şer ve girêdayî ye û wek amûrek zextê tê bikar anîn. Mexdûr, pir caran di dema binçavkirinê de an jî hawîrdorên siyasî yên wek kampên havînê yên ku ji hêla Hûsiyan ve ji bo zarokan fêrî îdeolojiyan bikin têne organîzekirin de, bi tundî û îşkenceya derûnî û fîzîkî re rû bi rû dimînin. Ev kamp bûne hawîrdorek xeternak ku tecawiza zarokan û zewaca bi zorê ya temen biçûk jî din av de şahidiya êrîşên zayendî dikin.
Di raporê de, hate destnîşan kirin ku tevlîkirina zarokên keç a nava rêxistina bi navê "Zeynebiyat" ku baskê ewlehiya jinan a Hûsiyan pir zêde bûye. Hin zarokên keç bi zorê têne revandin û paşê ji bo karê navmalî yê bi zorê û tundiya zayendî têne bikaranîn. Ev kiryar binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî û mafên zarokan in. Rapor, diyar dike ku li Yemenê tundiya zayendî ne bûyerên yekane ne, lê bûyerek bipergalî ye ku bi rêbazên tepeserkirinê û îndoktrînasyona îdeolojîk ve girêdayî ye.
Ne tenê jin û zarokên keç rastî tundiya zayendî tên
Li gorî Tîma Pisporên Neteweyên Yekbûyî ya li ser Yemenê, tundiya zayendî ne tenê li dijî jin û zarokên keç ve sînordar e, di heman demê de bandorê li zarokên kur û mêrên di navendên binçavkirinê de jî dike. Li wir wek amûrek îşkence û zilmê tê bikar anîn. Rapor, tekez dike ku ev pêkanîn cureyek tundiya bipergalî temsîl dikin ku armanc dike îradeya mexdûran tûne bike û êşa wan a derûnî û civakî ya demdirêj jî girantir bike.
Li dijî sivîlan girtinên keyfî
Raporê, dest nîşan kir Hûsiyan di sala borî de bi awayekî keyfî karmend û xebatkarên NY’yên ji rêxistinên herêmî û navneteweyî girtine. Ev yek bûye sedema rawestandina xizmetên girîng ên ku ji mexdûrên tundiya zayendî re têne peyda kirin. Rewş ji ber sînordarkirinên tund ên li ser tevgera karmendên jin ên Yemenî yên ku ji bo ajansên NY û rêxistinên nehikûmî dixebitin û qeyrana giran a fînansmanê ku dabînkirina piştgiriya bingehîn ji bo mexdûran, hê xirabtir bûye.
Sekreterê Giştî yê NY’ê, ji hemû aliyên şer xwest ku rê bidin gihîştina bê asteng ji bo navendên girtinê da ku çavdêrî û lêkolîna binpêkirinan misoger bikin. Sekreterê Giştî yê NY’ê, bang li Hûsiyan kir ku "Karmendên NY’û yên mirovî di nav de sivîlên ku bi awayekî keyfî hatine girtin, tavilê berdin", her wiha bang li hikûmeta Yemenê ya ku di asta navneteweyî de tê nasîn kir ku dabînkirina xizmetên pispor ji bo mexdûran misoger bike û bernameyên parastinê yên ku bersiva hewcedariyên lezgîn ên jin û zarokên keç bidin, pêş bixe.
Belgekirina herêmî û binpêkirinên trajîk
Di Nîsana 2024'an de, Çavdêriya Mafên Mirovan raporek bi sernavê "Ez ji şermê ditirsim" weşand ku li Yemenê bûyerên tecawiza zarokan belge dike. Di raporê de hate destnîşankirin ku gelek ji van sûcan ji ber tirsa ji şerma civakî nayên ragihandin û hat tekez kirin ku kampên havînê yên ji hêla Hûsiyan ve têne rêvebirin, hawîrdorek xeternak pêk tînin ku zarokan bi cureyên cuda yên zayendî re rû bi rû dihêle.
Sûcên ku hatine kirin
Li bajarê Maribê, rayedarên dadwerî di salên 2021 û 2022'an de zêdetirî 60 bûyerên tecawiza zarokan tomarkirin û destnîşankirine ku ev sûc ne tenê bi kampên koçberiyê ve sînordar bûne, di heman demê de li deverên niştecihbûnê yên cûrbecûr belav bûne. Çavkanî texmîn dikin ku rêjeya bûyerên ji ber tirs û şermezariya civakî hatine ragihandin ji sedî 5 e Û ev hejmara giştî ya bûyerên rast diyar nake.
Li bajarê Hacê, di Cotmeha 2022'an de, Rêxistina Mwatana ya Mafên Mirovan tecawiza 6 zarokên keç û jinekê ji aliyê leşkerên Sûdanî yên girêdayî koalîsyonê ve belge kir. Yek ji van êrîşan bû sedema mirina zarokek keç û yek jî hate revandin. Rêxistinê, banga avakirina mekanîzmayeke hesabdayîna sûc a navneteweyî kir ku misoger bike ku sûcdar hesab didin û pêşî li dubarebûna van sûcan were girtin.
Çavdêrên mafên mirovan, diyar dikin ku li Yemenê piraniya binpêkirinên zayendî ji ber tirs û şermezariya civakî veşartî dimînin û rê li ber mexdûran û malbatên wan digirin ku sûcan ragihînin. Ev çavdêr, bawer dikin ku berdewamiya tundiya zayendî, ji ber nebûna berpirsiyariyê û mekanîzmayên edaletê yên qels li herêmên pevçûnê ye. Qet sûcdarek nehatiye darizandin û ev yek dubarebûna binpêkirinan teşwîq dike.
Ji bo rawestandina binpêkirinan hewcedarî bi tedbîran heye
Ji bo misogerkirina parastina jin û zarokan, divê ji bo mexdûran piştgiriya derûnî û yasayî bê dayîn û zext li aliyên berpirsiyar bê kirin ku demil dest van binpêkirinan rawestînin. Bêdengiya civaka herêmî û navneteweyî ya li hember van binpêkirinan, êşê girantir dike û birînên derûnî û civakî yên mexdûran kûrtir dike. Ev sûc vediguherin amûrek berdewam a tepisankirinê ku gef li pêşeroja Yemeniyan dixwo.