Rapora Neteweyên Yekbûyî: Binpêkirinên mezin ên mafan hene

Neteweyên Yekbûyî, der barê Afganistanê de raporek amadekir û bal kişand ser binpêkirinên mezin ên mafan ên li dijî jinan, kêmîneyên olî û rojnamevanan.

Navenda Nûçeyan- Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Afganistanê Richard Bennett rapora xwe ya yekem a der barê Afganistanê de weşand. Rapor, çawaniya katalogek ku binpêkirinên mafên mirovan e ku ji Tebaxa 2021’an vir ve di bin destê Talîbanê de pêk hatine û bandorên wêranker ên van binpêkirinan li ser gelên Afganî hene.

Rapora ku behsa bandora mirovî ya qeyrana aborî ya li welat a ji bilî binpêkirinên Talîbanê, kiryarên hikûmetên biyanî dike, derbarê tiştên li welat tê dijî wiha dibêje: "hemû alî ji ber dabînkirina  mafên aborî û civakî bi dereceyên cuda berpirsyarî hildigrin.”

Di rapora ku balê dikişîne jin û zarokên keç ji mafên xwe bêpar tên hiştin de, hat destnîşankirin ku di rêjeya "jin û zarokên keçan ji bilî mafên sivîl, ji mafên aborî, çandî, siyasî û civakî jî sûd werdigirin” de paşketinek cidî heye.

Di raporê de hat tomarkirin, jin û zarokên keç bi lez û bez ji dervayî qada kamûyê re tên deftan de, her wiha binpêkirinên Talîbanê yên li dijî rayedarên hikûmetê yên berê, rojnamevan û hindikahiyên olî û fikarên derbarê mafan din jî tê hûrgilî kirin.

"Talîban çi bêje, ew bibe"

Di rapora ku şahidiyên Richard Bennett ê raportorê wî jî tê de cih digre, ew tişt hatin gotin:

“Li Afganistana ku di bin rêveberiya Talîbanê de, tu wateya desthilatdariya hiqûqê nîne. Heta pênaseyên qanûn çi ye jî ne diyar in. Ji sala borî ve heta niha, ji ber ku Talîban qanûna bingehîn a welat betal kir û ragihand ku divê hemû yasa li gorî şerîet û yasayên îslamî bin, ne diyar bû ka kîjan qanûn û rêzikname di meriyetê de ne an jî sûc çawa tên dest girtin. Li şûna wê rêgez û biryarên ku bi kêfî têne şîrove kirin hene û dozên yasayî, di navbera qadên raye û mekanan de bi awayekî xweser nay tê dest girtin û sûcên bingehîn jî pir caran bêyî tevlikirina dozger an dadweran ji hêla hêzên ewlehiyê ve tê dest girtin. Bi kurtî qanûn, rayedarê Talîbanê çi bêje ew e.”

"Divê Talîban pêşniyaran cidî bigre"

Di dawiya raporê de ji pêşniyarên Neteweyên Yekbûyî jî cih hat dayîn û wiha hat gotin: “Divê rayedarên Talîban pêşniyarên rapora Neteweyên Yekbûyî bi cidî bigre. Pêwîst e bi lezgînî dest ji binpêkirina mafên jinan û zarokên keç berde, hindikahiyên olî biparêze, siyasetên destavêtinê betal bike û ji bo reforman pêş bixe divê bi raportorên taybet û ofîsên din ên Neteweyên Yekbûyî re bikeve têkiliyê.”