Rakhshaneh Media û damezrînerê wî Zahra Joya ‘Xelata Derbirînê’ girtin
"Xelata Azadiya Derbirînê" bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê pêşkêşî Rakhshaned Medya û damezrînera wê Zehra Joya hat kirin.

Navenda Nûçeyan - Rukhshaneh Media û damezrînera wê Zahra Joya ku wek dengê jinên Afgan derketiye, bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê du xelat wergirtin. Rukhshaneh Media ku xelata "Azadiya Derbirînê" ji DYA û Spanyayê wergirtiye, li ser malpera xwe nûçeya xwe ya wergirtina xelatê weşand. Sendîkaya Rojnamegerên Valensîa ya Îspanyayê bi merasîmeke ku li Salona Civînê ya Jean Plaza ya Zanîngeha Valenciayê hat lidarxistin, Xelata Azadiya Ragihandinê da Rukhshaneh Media.
Xelata dûyemîn ji zaningeha Harvardê
Xelateke din jî ji aliyê Zanîngeha Harvardê ve ji Rukhshaneh Media re hat dayîn. Zanîngehê ji bo Wijdan û Yekitiya Rojnamegeriyê Xelata Lyonsê da Rukhshana Media. Zahra Joya li ser hesabê xwe yê medyaya mecazî bi "pêyamekê spasiyê" xelata xwe ragihand û nûçeya wê li ser malpera Rukhshaneh Media hat parvekirin.
Zehra Joya ya li Kabîl a paytaxta Efganîstabê di sala 2011’an de di 30 saliya xwe de gav avêtiye pîşeya rojnamevantiyê, di hevpêynînekê xwe de destnîşan dike li Rukshshana Media ya ji bo ragihandina dengê jinan vekirine ji ber şertên heyî neçar dimîne ku muxabîrên mêr jî bide xebitandin. Rukhshana Media navê xwe ji jinekê ku hatiye recmkirin digre.