‘QSD hêza parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye’

Jinên bajarê Qamişloyê anîn ziman ku QSD hêzek e ji gelên li Sûriyeyê hatiye avakirin, hemû pêkhateyan ji êrîşan diparêze û gotin: “QSD hêza parastina pêkhateyên Sûriyeyê ye.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di nava pêşketinên lezgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gel ji hemû beşên jiyanê û di nav de jin û ciwan jî piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wekî hêzeke ku îradeya wan temsîl dike û destkeftiyên wan diparêze derdikevin pêş. Ev hevgirtina di navbera civakê û hêzên wê de piştrast dike ku parastina ax û azadiyê ne tenê mîsyoneke leşkerî ye, fikarek e hevbeş a jiyanî ye.

Jinên bajarê Qamişloyê ji ajansa me re nirxandin kirin.

Endama Mala Jinê Nafiya Eseed diyar kir ku ji ber ku Rêveberiya Sûriyeyê gel neparast, pêwist bû hêzeke wekî QSD’ê were avakirin ji bo ku gelê Sûriyeyê biparêze û wiha got: “QSD hêzeke ji hundirê Sûriyeyê hatiye avakirin e. Çeteyên dewleta Tirkiyeyê ketin gelek bajaran û qetilkirin, tundî û destdirêjî li ser gelên Sûriyeyê pêk anîn. QSD hemû pêkhateyan diparêze, gelê Elewî û Durzî xwestin û bang kirin ku QSD wan biparêze. Pêwist e rêveberiya demkî destên xwe bide destên QSD’ê, ji bo ku QSD parastina Sûriyeyê bi giştî bike. Dema tê gotin QSD ji derveyî Rojava hatiye dilê dayikan dişewite, ji ber ku şervanên QSD’ê hemû zarokên me ne.”

‘QSD gelan diparêze’

Nafiya Eseed destnîşan kir ku QSD hêza bingehîn e li Sûriyeyê û got ku wm rêveberiya demkî qebûl nakin û wiha berdewam kir: “Ger were xwestin em ê jî çek rakin û piştgiriya QSD’ê bikin, em ji welatê xwe dernakevin. Pêwist e gelên Sûriyeyê bi yek destî welatê xwe azad bikin. Daxwaziya me Sûriyeya ne navendî û demokratîk e. Rêveberiya demkî ger destên xwe nede destên QSD’ê wê hilweşe û bişkê, ji ber ku hêza herî xurt di Sûriyeyê de QSD ye. Dewleta Tirkiyeyê rêveberiya demkî kontrol dike û nahêle destên xwe bide destên QSD’ê. Ji ber ku QSD gelan diparêze, bajarên ku hêzên QSD’ê lê hene aram in. Destûra ku maf û nasnameya jinan tê de tunebe em wê destûrê û wê rêveberiyê qebûl nakin. Rêveberiya demkî bi fikreke Îslama tundrew û siyasî dixwaze Sûriyeyê bi rêvebibe. Komara Erebî ya Sûriyeyê nayê qebûlkirin, pêwist e bibe Komara Demokratîk a Sûriyeyê, ji ber hemû pêkhate di Sûriyeyê de dijîn.”

‘Felsefe û bangên Rêber Apo hemû di dîrokê de tê nivîsandin’

Nafiya Eseed da zanîn ku banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk ji bo hemû pêkahateyan bû, wiha pêde çû: “Dema ku PKK’ê çek şewitandin em weke dayik gelekî bi bandor bûn, ji ber ku çek li gel me gelekî biha û hêja ne. Rêber Apo banga aştiyê kir lê dewleta Tirkiyeyê gavên cidî navêje. Rêbe Apo bang kir û diyar kir ku Rojava xeta wî ya Sor e ji ber Rojava bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelek têkoşiya. Ez 2 caran bi Rêber Apo re rûniştime Rêber Apo ne bang li Kurdan tenê kir li hemû pêkhateyan kir. Felsefe û bangên Rêber Apo hemû di dîrokê de tên nivîsandin, ji bo ku nişên nû bixwînin û bizanibin Rêber Apo çiqas ked daye, Rêber Apo 27 salan jiyana xwe di zindanê de derbas kir ji bo gelê xwe. Pêwist e hemû pêkhate piştgiriya QSD’ê bikin û QSD cihê xwe di dewleta Sûriyeyê de bigre. Em aştîxwaz in, ji bo em xwe ji çeteyan biparêzin me çek girt. Dewleta Tirkiyeyê ya faşîst û xwînmij aştiyê naxwaze.”

‘Rêveberiya demkî dibêje QSD baskeke ji baskên PKK’ê ye’

Endama Meclîsa lihevanînê ya Kongra Star Şeha Hesarî anî ziman ku bi hezaran zarokên wan cihê xwe di refên QSD’ê de digrin û wiha got: “QSD hêzeke ji Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin e, şervanên wê zarokên Rojava ne. Rêveberiya demkî dibêje QSD baskê PKK’ê ye. QSD ji şer dûr e, QSD’ê bang kir got ‘ger hûn aştiyê bixwazin em amade ne û ger hûn şer bixwazin em ji şer re jî  amade ne. Civak, jin û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştiyê, edaletê û wekheviyê dixwazin. Em jin û dayikên şehîdan ger were xwestin em ê çek rakin û li hemberî çeteyan rawestin, em piştgiriya QSD’ê dikin. Rêber Apo got ‘Rojava xeta min a sor e’ ji ber gelê Rojava xwedî dîroka kevnar e.”

‘Daxwaza me ew ku Sûriyeya nû ya ne navendî were avakirin’

Şeha Hesarî tekez kir ku QSD Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hatina rêveberiya demkî re rewşa Sûriyeyê xerabtir dibe û rojane li deverên Sûriyeyê komkujiyan li ser sivîlan pêk tînin. Rêveberiya demkî bi awayekî hovane komkujî, qetilkirin û destdirêjî li ser gelê Durzî û Elewiyan pêk anî. Pêwist e rêveberiya demkî destûreke nû dane ku maf û nasnameya jinan biparêze û hemû pêkhateyan qebûl bike. Daxwaziya me Sûriyeya nû, na navendî were avakirin.”