Qezaya li Dêrikê ne ya ewil e: TIR ji bo bigihîjin hin zêdetir seferan lez dikin

Şahidên bûyerê qezaya li Dêrikê ya ku hejmarek pir kesan jiyana xwe ji dest dan nirxandin, bal kişand ku TIR'ên barhilgir ji bo hin zêdetir seferan bikin lez dikin û gotin qezaya hat jiyîn ne ya ewil e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdin – Li navçeya Dêrîk a Mêrdînê ji ber ku frena TIR’ekê teqiya û ket nav girseya ku ji bo alîkariya qezayek din a TIR’ê çûbûn 20 kesan jiyana xwe jidest dan. Di qezaya ku karesatek mezin hat jiyîn de, hêj bi dehan kes li nexweşxaneyan tên dermankirin, hat îdiakirin ku herdû TIR’ê ku bûne sedema qezayê aîdî Fabrîqeya Sifir a Etî ya girêdayî Cengîz Holdîngê ye. Welatiyên Dêrikliyê yên ku em li ser mijarê axivîn, diyar kirin ku qezayên bi vî rengî bi salan e tên jiyîn û wesayîtên bi tonajên mezin tevî ku nava bajêr e jî bi leza otobanê wesayît diajon.

Herdû TIR jî aîdî heman cih in

Dema kesên di qezaya duh hat jiyîn de jiyana xwe ji dest dan bi şev hatin definkirin, kiryarên definkirinê heta serê sibê dewam kir. Dema li ber nexweşxaneyê bendewariya bi êş a malbatan dewam dikir, dema definkirinê hêrsa gel a li kamerayan xuya bû. Şahidên ku me der barê qezayê de bi wan re axivîn, ragihandin ku TIR’a yekem jî mîna TIR’a duyemîn aîdî fabrîkaya madenê ya girêdayî Cengîz Holdîngê. Şahidên ku diyar kirin di qezaya ewil de ji mirovan re anonsa “ji rê vekişîn” hat kirin, lê di qezaya duyemîn de ji mirovan re wek deng tenê gotin "xwe dibin alî” dan zanîn ku qezaya hat jiyîn ne ya ewil e.

Ji bo hin zêdetir seferan bikin lez dikin

Welatiyên ku diyar kirin ji ber ku li navçeyê rêya derdor tuneye hemû TIR’ên ku ji madenê derdikevin di rêya sereke ya navenda bajêr re derbas dikin, balkişad ku TIR’an her serê seferê pere distînin û ji bo zêdetir pereyan bigirin lez dikin û hejmara seferên xwe zêde dikin. Welatiyan ku diyar kirin tevî rêya di geliyê re derbas dibe dema tê navendê berbijêr e, hişyariya sînorkirina lezê nîne, dan zanîn ku berê jî gelek caran heman qezayên TIR’an hatiye jiyîn.

"Ev ne qezaya ewîl e li ser vê rêyê"

Şahidên ku me li ser mijarê axivîn, bûyer bi van gotinan kurte kirin: “Berê jî li vir çend caran qeza çebû? Carina ajan, carina jî zarok dimiriyan. Hin şofêrên TIR'ê ji bo ku li kesî nexin neçar diman TIR'ê biqulibînin. Tevî ku me rêya derdor an jî rampaya tevê xwest jî kes me nehişt. Herî dawî ev hovîtî hat jiyîn. Li gorî me ev ne qeza ye, qetlîam e. Ji bo zû bigihêjin cihê xwe, mîna rêya otobanê diajon. Tevî ku di TIR’a duh de jî ewqas bar hebû, bi lez ajot û ev tişt hatin jiyîn.”