‘Qeyûm awayê sazîbûyîna şîdeta mêr-dewletê ye’
Jinên femînîst ên ku ji bo piştgiriya bi jinên Êlihê re ji Stanbolê hatine Êlihê, bi gotinên; “Qeyûm tê wateya şîdeta li dijî jinan û qetilkirina wan” diyar kirin ku ew ê hevgirtina bi jinan re berdewam bikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Êlih – Avêtina qeyûman li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, careke din bû sedema bertekên gel û ev rewş ji aliyê şêniyên bajaran ve nayê pejirandin. Li dijî qeyûmên ku roja 4’ê Mijdarê avêtin şaredariyên bertek û çalakiyên gel didomin. Li bajarê Êlihê yê ku polîtîkayên binçavkirin, îşkence û girtinê lê serdest in, gel tevî hemû zextan jî li îradeya xwe xwedî derdikeve.
Gelê ku her roja bi meşên li taxan kom dibe û ji wan deran ber bi kolana şaredariyê ve dimeşe, tevî dorpêç û gefên polîsan jî bi dirûşman bertekên xwe nîşan dide. Li bajarê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, ji bo piştgiriya bi jinan re jinên femînîst hatine Êlihê û bi gotinên; “Qeyûm derbeya li dijî azadiya jinan e” diyar dikin ku ew ê li dijî qeyûm li ba jinên Kurd bin.
Jinên femînîst, bi girseya li pêşiya şaredariyê re dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” qîriyan û govend gerandin. Jin tevî êrişa polîsan jî li ba gel û ciwanan sekinîn û tevî hemû gefan ji cihê çalakiyê neçûn.
‘Qeyûm avêtin ser destkeftî û keda jinan’
Ji jinên femînîst Newroz Tugçe diyar kir ku qeyûmên hatine avêtin, keda jinan desteser kirine û got ku tevî hemû êrişan jî gelê Êlihê dest ji berxwedanê bernadeye. Newroz Tugçe da zanîn ku gel ji bo xwedî li îradeya xwe derkeve, dest ji kolanan bernade, ew jî ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna gel hatine bajar û got: “Em weke komeke femînîst careke din hatin Êlihê. Berê jî piştî hilbijartina herêmî em hatibûn. Em jin baş dizanin ku siyaseta qeyûman çiqas bi jinan dide windakirin. Cara sêyemîn e qeyûm davêjin ser şaredariyên Kurdistanê, jin her dem li dijî vê yekê bedelên mezin didin. Berê bi hatina qeyûman re saziyên jinan hatin û navendên şêwirmendiyê hatin girtin. Di encama vê de jî şîdeta li dijî jinan zêde bû, jin di nava malan de hatin hepskirin. Em dizanin ku Êlih ne tenê di vê hilbijartina dawî de, ji aliyê dîrokî ve bajarekî ku jinan bi keda mezin ava kirine û bi dest xistine ye. Ji ber wê qeyûm avêtine ser ked û têkoşîna jinan.”
‘Jinan bi dayîna canê xwe bi ked û bedelên mezin qezenc kirin’
Newroz Tugçe diyar kir ku ew ê ji bo parastina keda jinan û têkoşîna azadiyê ya dimeşînin her dem piştgiriyê bidin û bi jinan re di nava hevkariyê de bin û wiha domand: “Li Kurdistanê yek ji deskeftiyên heyî azadbûna jinan û beşdariya wan a siyasetê ye. Jinan vê yekê bi kedeke mezin bi dest xistin. Bi dayîna canê xwe gihîştin vê astê loma qeyûm li dijî îradeya jinan, mafê bijartin û hilbijartinê derbeyek e lê jin weke duh, li dijî hemû êrişan dê xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em ê jî weke femînîst îro li vê derê, sibê jî li bajarên din, li dijî siyaseta qeyûman bin û piştgiriyê bidin jinan. Em baş dizanin ku dê siyaseta qeyûman negihîje encamê.”
‘Qeyûm tê wateya tundiya li ser jinan’
Selîn Top jî anî ziman ku qeyûm bi sazîbûna tundiya mêr dewletê ye. Selîn Top bi gotinên; “Ji bo em ji siyaseta qeyûm re bibêjin na ji nû ve li vê derê ne” axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku siyaseta qeyûm ji bo jinan tê çi wateyê. Qeyûm tam jî weke em li pişt xwe dibînin tundiya dewletê ye. Tu caran em dewletê li cihê ku bi kêrî me were nabînin. Ne li dijî cînayetên jinan, ne jî li dijî xizaniyê nabînin. Em dewletê tenê dema ku tundiyê dike dibînin. Dewleta ku dema jin tên qetilkirin ne li vê derê ye, bi taybetî ji bo parastina cihê ku ji jinan xesp kiriye hemû hêzên xwe li vir kom kiriye. Qeyûm tê wateya ji qada giştî jêbirina jinan, komkujiya jinan û mirina jinan. Qeyûm hemu saziyên ku li hemberî vê têkoşiyan girt, em vê baş dizanin. Qeyûman malên jiyanê yên jinan girtin û li şûna wan kursên quranê vekirin. Ji bo vê jî ji jinan re gotin şukur bikin. Em pir baş dizanin ku çawa şaredariyan di nava deynan de hiştin û ruxmê wê deynê jî jinan çawa kar kirin. Em dizanin ku ev hevalên me ji bo mafê zimanê dayikê yê jinan çawa xebitîn.”
‘Dewletê bi tayînkirina qeyûm vîna gel tune hesiband’
Selîn Top di berdewamiya axaftina xwe de banga piştevaniyê li jinan kir û got: “Îro em li vê derê ne. Dewletê li her qada ku qeyûm lê tayîn kiriye vîna gel tune hesiband. Dewlet dibêje ‘ez mafê hilbijartinê yê vî gelî nabînim.’ Qeyûm di rastiyê de halê bi sazîbûyî yê tundiya mêr dewletê ye. Em li her derê dibêjin ku siyaseta qeyûm vîna kesên bi hilbijartinan re ji wan re gotin ‘na’ xesp dike. Di her qadê de em ê ji qeyûm re bibêjin na. Em tu qeyûmên ku hatine tayînkirin nas nakin. Hevşaredara vê bajarê ya hatiye hilbijartin Gulistan Sonuk e. Em vîna jinan nas dikin, ev têkoşîn çi dibe bila bibe dê bidome.”