Qetilkirina Nagihan Akarsel li Mexmûrê hat şermezarkirin

Şeniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşekî girseyî qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel şermezar kirin û dan zanîn ku bêdengiya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê şirîktiya wan eşkere dike.

Mexmûr - Endama Akedemiya Jineolojî û Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel îro seatên sibehê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê di encama êrişek çekdarî de hat qetilkirin. Şeniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşekî girseyî qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, şermezar kirin.

Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Piştî deqe rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa İştar Fadile Tok ve hat dayîn.

“Bêdengiya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê şirîktiya wan aşkere dike”

Fadile Tok di axaftina xwe de qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel şermezar kir û wiha axivî: “Ev êrişên ku li başûrê Kurdistanê pêk tên, ji bo rêveberiya Başurê Kurdistanê rûrêşiyek mezin e. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê qasî van sixûr û bêbextan hevparê van êrişan e û bêdengiya wan jî şirîktiya wan aşkere dike. Em wek gelê wargehê rêveberiya Başur şermezar dikin û bang li wan dikin ku dev ji şirîktiya sixûran berde û li gel gelê azadîxwaz cih bigre.”

“Soz û biryara me, riya wê ye”

Fadile Tok wiha domand: “Rêheval Nagihan rêhevalek azadîxwaz, xizmetkara jin û civakê bû. Ji ber ku îro jina têgihiştî, jina azad di nava civakan de têvahî pêşengiya heqîqetê dikin û nûnertiya jina azad dikin, tên hedef girtin. Em ê her dem wek jina Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di rêya azadiyê de têbikoşîn. Dê jin bêtirs di hemû qadan de cihê bigrin, qirîna azadiyê bilind bikin û hêza desthilatdariya  xwînmêj re bibêjin tu nikarî vîna me, azadiya me tune bikî. Wek gel, rêhevalên wê yên xebatê heta dawiyê soz û biryara me riya wê ye. Em ê tucaran dev ji doza xwe bernedin.”

Meş bi diruşmeyên ‘‘Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

“Jîna Emînî û Nagihan Akarsel bi heman hişmendiye hatin qetilkirin”

Endama Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmurê Sultan Yildiztan jî hêrsa xwe ya derbarê qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel bi van gotinan anî ziman: “Îro hevalekî me ya jin hat armanc kirin û di encam de jiyana xwe ji dest da. Heya niha di bin deverên desthilatdariya PDK’ê de hevalên me yên jin dihatin girtin û qetilkirin. Ev demeke li herêma di bin serweriya YNK’ê de jî hevalên me yên xebatkarên gelê xwe tên qetil kirin. Em van bûyeran bi tundî şemezar dikin, her wiha bêdengiya hikumeta herêmê ya li hember bûyerên bi vî awayî ku di bin berpirsyariya wan de tê pêkanîn şermezar dikîn. Armanckirina çalakvana jin a Kurd ne buyerekî ji rêzê ye. Ev qetlîam plankirî ne. Çewa ku li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî hat qetilkirin îro li Silêmanî jî hevala me Nagîhan Akarsel bi heman hişmendiyê hatin qetilkirin.”

 “Hedefgirtina Nagîhan Akarsel hedefgirtina me hemû jinan e”

Ezîme Kabûl jî da zanîn ku Nagîhan Akarsel bi destê hêzên dagirkerên Kurdistanê û hevkarên wan hat qetilkirin û wiha got: “Nagîhan Akarsel bi destê hêzên dagirkerên Kurdistanê û hevkarên wan hat qetil kirin. Bê guman ev êrişa bêbext ne tenê bi destê dagirkeriyê bi destê xayînên ku rumeta xwe ji bo çar qirûş firotine, pêk hatiye. Tê zanîn ku demeke li herêma Silêmaniyê dibin serweriya YNK’ê de çend buyerên wisa ku welatparêzên me hatin qetil kirin çêbûn. Heya niha ne kujer hatin dîtin ne jî berpirsên van êrişan hatin cezakirin. Em dipirsin çawa roja me ya îro li Kurdistanê Kurdekî azadîxwaz û tekoşera doza Kurd bi awayek vekirî tê qetil kirin û berpirsyariya wê tu alî nagirin ser milê xwe. Êrişa li beramber Nagîhan Akarsel êrişa li beramberî me hemû jinan e. Em vê komployê şemezar dikin û heya dawiyê emê li pey rêya hevalên xwe yên şehîd bin.”