Qêrîna jinên ji çolwaran: Mypoia

Derhêner û lîstikvana Mexribî Sanaa Akroud bi fîlma xwe ya "Mypoia" re bal dikşîne li ser serpêhatiyên jinên xizan û yên hatine dîkekirin ên li çolwaran dijîn.

RAJA KHAYRAT

Mexrib – 15’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê (FIFFS) ku ji aliyê Komeleya Bouregreg ve bi piştgiriya Meclîsa Kolektîfa Bajarê Salê ya Mexribê 26’ê Îlonê destpêkir dê heta 1’ê Cotmehê bidome. Di çarçoveya mîhrîcanê de filma derhêner û lîstikvana Mexribî Sanaa Akroud ya fîlma metraja dirêj a bi navê "Mypoia" ku serpêhatiyên jinên li çolwaran dijîn digre dest, hat nîşan dan. Piştî nîşandana fîlmê, derhêner Sanaa Akroud civînekê çapemeniyê li dar xist.

"Min xwest ez êş û zehmetiyan nîşan didim"

Sanaa Akroud anî ziman ku ew vê xebatê ji bo vegotina parastina mafê jinên gundewarî yên hatine marjînalkirin ji bo jiyaneke bi rûmet bidomînin, pêkaniye. Sanaa Akroud ya anî ziman ku jinên deverên gundewarî tên jibîrkirin, da zanîn ji bo ku xwestiye êş û zehmetiyên jinên deveren gundewarî nîşan bide ev fîlm kişandiye.

"Zarokên keç ji perwerdeyê dûr in"

Sanaa Akroud, diyar kir ku di fîlmê de jinek gundî ya bi navê Fatim dest girtiye û anî ziman ku Fatim neçar maye kurtaj bike. Sanaa Akroud da zanîn ku Fatim a ku xwendin û nivîsandin nizane, rastiya êşa jinên gundî dijîn nîşan dide û got ku jinên li gundan li mal û zeviyan dixebitin û li hemberî karê ku dikin tu pere nagrin. Sanaa Akroud da zanîn zarokên  keç jî ji ber ku dûre nikarin biçin dibistanê.

"Fêkiyê tercûbeya min a mirovî ye"

Sanaa Akroud anî ziman ku ev fîlma ku nivîsî, derhênerî û lîstikvaniya wê kir, fêkiyek tercûbeyên wê yên mirovî û pîşeyî ye û destnîşan kir ku armanca wê ew e ku peyamên girîng bigihîne kesên ku dixwazin balê bikşînin ser vê koma jinên gundewariya marjînal e.

Duyemîn fîlma metraja dirêj

Fîlma "Mypoia" duyemîn fîlma metraja dirêj a Sanaa Akroud ya piştî fîlma 2005 ya "Khnisa al-Ashd" ku di Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî de 3 xelat wergirt û  çêkirinek Mexribî û Kanadayî ye.