Psîkolog Sarah Hawater: Atolyeyên hunerê bandorên baş çêdikin

Komeleya Al Murooj, 25 sal in li Qahîreyê ji bo jin û zarokên keç xebatên xwe didomîne. Ligel piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî, atolyeyên hunerê jî li dar dixe. Psîkolog Sarah Hawater, got ku atolyeyên hunerê li ser derûniya mirov bandorên baş çêdikin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre – Komeleya Al Murooj ku beriya 25 salan li Qahîreyê hatiye avakirin; xebatên xwe yên ji bo jin û zarokên keç bênavber didomîne. Sarah Hawater, a di komeleyê de hem şêwirmendiya psîkolojîk dike, hem jî atolyeyên hunerê li dar dixe, li ser xebatên komeleyê bersiv da pirsên ajansa me. Sarah Hawater, diyar kir ku atolyeyên hunerê yên ji bo jinan li dar dixe, hem di warê ruhî, hem jî biyolojîk de bandorên baş çêdike.

* Bername û xebatên herî girîng ên komeleya Al Murooj çi ne?

Komele di sala 1999’an de ji bo zarok, ciwan û jinan hat avakirin. Ji bo her komê bernameyên wê hene. Bi taybetî em girîngî didin rehabîlîtekirina jin û zarokên keç ên rastî şîdetê hatine. Em semînerên hişyariyê li dar dixin. Bi polîtîkayên ku ji bo jin û zarokên keç li dijî şîdetê werin parastin û bihêzkirin, em xizmetên cur ber cur dikin. Di warê aborî de projeyên ku dahata wan hebe em amade dikin û ji bo bikevin meriyetê em dixebitin.

*Hûn di komeleyê de atolyeyên hunerî jî li dar dixin. Bi van atolyeyan armanca we çi ye?

Ez di komeleyê de weke psîkolog dixebitim û di heman demê de atolyeyên hunerî yên plastîk li dar dixim. Em atolyeyên hunerê, weke rêbaz ji bo tiştên di serê kesan de derbas dibe û rewşa wan a ruhî fam bikin li dar dixin. Tarapiya hunerê, di warê biyolojîk de jî xwedî bandora erênî ye. Mînak; kesên ku bi wan re nexweşiyên şekir û tansiyonê heye, bi van xebatan baş dibin.

*Pirsgirêkên herî girîng ên jinên ku serî li komeleya we didin çi ne?

Hinek jin, ji ber zextên ku li wan hatine kirin û ji bo bi van zextan re derkevin serî, pişgiriya derûnî bibînin serî li me didin. Gelek jinên ku ji çandên cuda ne, nizanin mafên wan hatine binpêkirin. Jin ji ber şîdet û zexta ku dîtine xwe sûcdar dikin. Di bin navê ‘adet û kevneşopiyan’ de neçar dimînin bêmafî û zextan bipejirînin. Jinên ku li dijî zextan derdikevin jî rastî şîdetê tên. Ji ber vê yekê hişyarî û piştgiriya psîkolojîk girîng e.

*Hûn ji bo jinên ku serî li komeleyê didin li gorî çi xizmetan diyar dikin? Planên we yên pêşerojê çi ne?

Em li ser her serlêdana ji bo komeleyê disekinin û li gorî rewşê cuda analîz dikin. Piştî ku em dinirxînin, ji bo xizmeta guncaw em berê xwe didin pisporên têkildar. Em ji bo hinek serlêdanan piştgiriya hiqûqî didin. Ger dozên wan hebin, heta bi encam bibin em dişopînin. Li ser projeyên ku ji jinan re dahata domdar bînin û avakirina warên xebatên îstîhdamkirinê em dixebitin. Jin ji ber adet û kevneşopiyan, li karên ku bikaribin li malê bikin digerin.

Yek ji hedefên me yên ji bo pêşketina domdar jî projeyên veguherînê ne. Di çarçoveya van projeyan de, hem ji bo parastina xwezayê, hem jî ji bo karê jinan ê domdar çêbibe, me perwerdeyan li dar xist. Her wiha ji bo derfetên kar, me perwerdeyên hunerên destan ên weke çêkirina çerm, nexş, aksesuar li dar xist. Ji ber ku yek ji rêbazên herî girîng a têkoşîna bi şîdetê re bihêzbûna jinan a di warê aborî de ye jî; em ji bo jinan di bazarkirina berhemên wan de piştgiriyê didin.

Projeyên me ji aliyê jinan re eleqeyek mezin dibînin. Jin nîşan didin ku bi saya perwerde û atolyeyan baştir dikarin hilberînin û serkeftî bin.