Projeya avahiyên mêtîngeriyê li Hesekê hat şermezarkirin

Rûspiyên Ereb û Kurd, Meclisa Sûriya a Demokratîk û saziyên Civaka Sivîl projeya avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagirkirî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Hesekê - Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4’ê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên sûrî li wan herêman bi cih bike. Îro rûspiyên Ereb û Kurd, Meclisa Sûriya a Demokratîk û saziyên Civaka Sivîl li dijî projeya avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kon li ber Gulîstana Xabûr a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê vekirin. Paşê ji aliyê nûnerê Eşîreya Bekara a Meclisa Eyan a bajarê Hesekê Ewad Eukla daxuyanî hat xwendin û hat destnîşankirin ku ev projeta dewleta Tirk a dagirker sûcê li dijî exlaqê mirovahiyê ye.

“Alîkariya ji projeya dewleta Tirk re alîkariya sûcên li dijî mafê gelê Sûriyê ye.”

Ewad Eukla têkîldarî pirojeya avahiyên mêtîngeriyê wiha got: “Di dema ku em ji bo jiyanek azad û bi rûmet kar û xebat dikin û ji bo tunekirina terorê da ku em çareseriyek ji alioziya Sûriyê bibînin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê pilanek qirkirinê li dijî hemû pêkhateyên herêmê dide meşandin. Ji bo desthildariya Osmanî zindî bibe îro dewleta Tirk a dagirker biryara projeya avahiyên mêtîngeriyê digre ku ev bi armanca guhertina demografiya herêmê ye. Em bêdengiya dewletên Navdewletî şermezar dikin û em bang dikin ku rê li ber van planên guhertinên demografî were girtin. Em bang li zanîngeha Erebî û Meclisa Hevgirtin a Xelîcî dikin ku bertekên xwe li hemberî alîkariya dewleta Kuweyt û Qeter ji biryara dewleta Tirk a dagirker bide nîşandan. Alîkariya ji projeya dewleta Tirk re alîkariya sûcên li dijî mafê gelê Sûriyê ye.”

“Dewleta Tirk a dagirker li dijî exlaqê mirovahiyê sûcek pêk tîne”

Rêvberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Fîdan Xelîl jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker sûcek li dijî exlaqê mirovahiyê pêk tîne û wiha got: “Ev biryar nayê qebûlkirin, dewleta Tirk planek qirêj dide meşandin dixwaze desthilatdariya Osmanî zindî bike. Plana xwe li ser sê qonaxan dide meşandin yek jê êrîş û dagirkerî, ya duyem koçberkirina xelkên resen ê herêmê, ya siyem jî projeya avahiyên mêtîngeriyê ye. Ev hemû armanca wê yeke ku dîroka gelan tune bike. Li ser keda bi hezaran xwe avabike. Em daxwaza mefê xwe dikin, mafê her kesî ye ku li mal, tax û bajarên xwe jiyan bikin. Ev biryar nayê qebûlkirin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku destê xwe dênin ser wijdanê xwe û rê li ber vê projeyê bigrin û koçberan vegerînin warê xwe.”