Polîsên ku îşkence li zarok kir bavê wî jî tehdît dikin

Parêzer Ramazan Karaalp, diyar kir ku Yilmaz Dîkan ê bavê Y.Dîkan ê ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyê hat, li nexweşxaneyê polîsan bi gotina "Hûn Torosê Spî dixwazin" hatiye tehdîdkirin.

Amed - Dermankirina Y. Dikan (14) a li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ku duh bi şev li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê 4 polîsan ve hat revandin û dev, i û dest û milên wî bi bandê hatin girêdan, dewam dike. Hat hînbûn ku bav Yilmaz Dîkan piştî hînbûna bûyerê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û ji aliyê polîsan ve hatiye tehdîtkirin.

 ji bav re gefa şandina 'Torosa spî' 

Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, diyar kir ku bavê Y. Dîkan piştî ku ji aliyê gundiyekî ve sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Licê hatiye kirin hatiye agahdarkirin û wiha got: “nexweşxane Ji ber ku zaroke û bûyerê derbê ye agahî didin polîsan. Polîsên ku der barê bûyerê de agahî girtin, zext li doktor kirin ku rapora derbê nede. Bavê zarok Yilmaz Dîkan bertek nîşanî vê rewşê dide. Polîsan bi gotina 'Ev têra we nake, hûn dixwazin Torosê Spî careke din derkeve ronahiyê gef li bav dixwin."

Îşkence kirin, bi kuştinê tehdît kirin

Parêzer Ramazan Karaalp der barê îşkenceya ku li zarok hatiye kirin axivî û wiha got: “Destê wî yê çepê ji cîh derketiye, , kelepçeyên lingi wî derxistine û bi dawiya çekê geflê xwarinê piştre jê rê gotine ku ger tu heya sibê 'Sirûda Netewî û Xîtabeya  Ciwanan'  ezber nekî emê werin te bikujin. Li gorî îfadeya şahidan, CPS li pişt hirkayê zarok hatiye girêdan û gef lê xwarine û gotine ku her ku tu biçî kur wê ew jî pêy te were, ger ji kesî re bêje yan jî giliyê kesekî bike dê wî bibînin û wî bikujin. Parêzer Ramazan Karaalp, anî ziman ku dê der barê kesên îşkence li wî kirine serlêdana sûc bikin.

Ji Baba Yilmaz Dikan bertek

Bav Yilmaz Dîkan jî anî ziman ku tişta li zarokê wî hatiye kirin bi salan e li kurdan hatiye kirin û ev polîtîka ev demeke dirêj e didome. Yilmaz Dikan wiha got: “Di nava dewletê de dewletek heye. Her tim polîtîkayên ji hev tê cudakirin hebûn. Heger van zarokan sibe çek bigrin destên xwe, dê bên cem min û bibêjin çek di destê zarok an de heye. Heger hûn vê zilmê li zarokê bikin, dê sibe û dusibe ev zarok çek hilnede?, zarok nebe dijminê dewletê?

Çi qewimî?

Li Licê Y. Dikan (14) duh êvarî bi hevalê xwe yê 10 salî re dema vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat revandin û rastî îşkenceyê hat. Y.Dîkan ji malbata xwe re diyar kir ku ji aliyê 4 polîsan ve rastî îşkenceyê hatiye û wiha got: “Ez birim cihekî bêdeng. Ji min re gotin bibêje ez tirkim. Bi bi dawiya çekê li min xistin, dest û lingên min girê dan û piştre ez avêtim çalê.”