Polîsan avêt ser produksiyona Marti û Guncel
Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Stenbol e de, polîsan avêtin ser produksiyonên Marti û Guncel. Li cihên kar ên xwediyên wan lê nebûn, lêgerîn hat kirin û polîsan dest danîn ser hemû kompîtur û hard dîskan.
Stenbol- Di çarçoveya lêpirsînek ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de, di saetên sibehê de li Wanê û Stenbolê polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de rojnameger Reyhan Hacioglu, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin.
Di çarçoveya heman çêpirsînê de polîsan avêtin ser şirketên produksiyonê yên bi navê Marti û Guncel ên li Beyogluya Stenbolê ne. Deriyên şirketan bi kilîtçêkeran hatin vekirin û xwediyên wan re nehatin agahdarkirin. Piştî lêgerînê hemû kompîtur û hard dîskên wan hatin desteserkirin. Hat hînbûn ku lêgerîna li şirketan bi dawî bûye û sedema serdagirtinê nehatiye diyarkirin.