PJAK: Dewleta Tirk û PDK dijminên çapemeniya azad in

Koordînasyona Çapemeniyê ya PJAK’ê êrişa dewleta Tirk şermezar kir û got: “Divê dewleta Tirk û hêzên xwefirotî û noker û hevkarên wê baş bizanibin ku tu zext û gef nikare rojnamegeran ji riya rastî û heqîqetê vegerîne û bêdeng bike.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Çapemeniyê ya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK)  têkildarî êrîşa dewleta Tirk a ku duh li Silêmaniyê li hemberî rojnamevanan pêk anî û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest da û berpirsê Medyaya Dîjîtal ê şîrketa  Chatr Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn, daxuyanî da.

Daxuyaniya Koordînasyon PJAK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane, nemirovane, faşîst û dîktatorî êrîşî hemû nirxên civakî yên gelê me li hemû beşên Kurdistanê dike û guh nade tu qanûn û nirxên mirovî. Ew dewleta dagirker bê rawestan, bi şev û roj ji erd û asîman êrîşî ser gerîlayên azadiya Kurdistanê, şervanên azadiya Rojava û yekîneyên parastina Êzidiyan li Şengalê dike. Li bakurê Kurdistanê jî bi êrîşkirina li ser şaredariyan û binpêkirina îradeya gel û bi êrîşkirina li ser çanda Kurdî û prensîb û normên demokratîk, dixwaze gelê Kurd li hemberî siyaseta xwe ya şovenîst û dijmirovî stûxwar bike û wisa bike ku dest ji têkoşîn û berxwedana ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa berde.

Li başûrê Kurdistanê jî bi riya malbata Barzanî û bi çavdêrî û alîkariya toreke îstîxbaratî û û xwefiroşan di bin çavdêriya MÎT’ê û Parastinê de, ji aliyekî ve dest bi êrîşeke mezin a dagirkirina axa başûrê Kurdistanê kirine û ji aliyê din ve bi riya wan sîxur, noker û çeteyan kesayetiyên siyasî, azadîxwaz, neteweyî, demokrat û welatparêz û rojnameger û şoreşgeran, bi êrişên balafirên şer û bêmirov qetil dike. Di asta navneteweyî û dewletî de jî hewl didin li gel dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê li dijî gelê me peymanên navneteweyî nû bikin û di vê çarçoveyê de her roj deverên çiyayî yên Şarbajêrê dibin armanca bombebarana balafirên şer ên dewleta faşîst a Tirkiyeyê.

‘PDK rênîşanderê dewleta Tirk e’

Di van êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de yên li ser destkeftiyên gelê me, li gorî belgeyan diyar e ku PDK bûye rênîşandera leşkerên Tirk û hevkar û alîkara rasterast a vê dewleta şovenîst û dîktator e. Bi heman awayî bûye amûrek di destên vê dewleta zordar û çavbirçî de ji bo dagirkirina ax, av, hewa û xwezaya Kurdistanê. Heta bi vê jî qîma xwe nayne, di peyman û rêkeftinên navneteweyî yên li dijî gelê me de bûye hevpareke rasteqîn a dewleta Tirk a dagirker û ji aliyekî din ve jî xizmetkar û firoşkariya rejîma dagirker a Îranê dike. Ev jî dikeve çarçoveya xiyaneta neteweyî û tu hinceteke wê tune ye.

‘Dewleta Tirk têkçûna xwe bi van êrişan vedişêre’

Dewleta dagirker ji ber ku kedkarên çapemeniya azad bi awayekî dilxwaz û fedakar li hemberî hewldanên dagirkerî û qirêj ên wê disekinin û siyaseta dagirkerî û komkujî û jenosîda li ser gelê Kurd şermezar dikin, dike armanca êrîşên xwe yên nemirovane û hovane. Şikestin û têkçûnên xwe yên li qadên şer dixwaze bi van kiryaran veşêre.

Armanckirina rojnamegerên azad kiryareke nemirovane û bêexlaqî ye ku li dijî hemû pîvan û prensîbên navneteweyî û mafên mirovan e û kiryareke qirêj û şermbar e. Ji ber vê yekê, em weke Komîteya Çapemeniyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker û bi taybetî wê hêza kirêkirî ya ku bi qetilkirin û kuştina zarokên gelê me kêfxweş dibe û dikeve pêşiya MÎT’a Tirkiyeyê û rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadîn dike armanc, bi tundî şermezar dikin. Em her du hevalên çapemeniya azad bi bîr tînin û sersaxî û hevxemiya xwe ji malbat û hemû hevalên çapemeniya azad re pêşkêş dikin û şîfayê ji bo birîndaran dixwazin.

‘Dewleta Tirk ji çapemeniya azad ditirse’

Di heman demê de, di 20’ê Mijdara 2022’yan de li Dêrikê nûçegihanê Ajansa Hawarê Îslam Ebdullah hat şehîdkirin. Roja 24’ê Tebaxa 2023’yan xebatkarên Jin TV’yê di navbera Qamişlo û Amûdê de bûn armanc û li wir Necmedîn Feysel Hacî şehîd bû. Her wiha di 8’ê Tebaxa 2024’an de balafirên şer ên dewleta Tirk xebatkarê Radyo Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm şehîd kir û Medya Hesen û Xelef Xidir jî birîndar kirin. Li hundirê Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedan rojnameger û kedkarên azad di girtîgehên xwe de girtine û rojane êrîşî rojnamegerên azad dike.

Ev êrîşên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya azad nîşan didin ku dewleta Tirk a dagirker û PDK çiqas ji rojnameger û çapemeniya azad ditirsin. Lewre baş dizanin ku tekane çapemenî û kedkarên ku dikarin siyaseta wan a  qirêj û genî û kiryarên wan ên li dijî civakê nîşan bidin, ew kedkar û çapemenî ye ku bi dil û can ji bo azadiya gel û mirovahiyê têdikoşin.

‘Divê dewleta Tirk baş bizanibe xebatkaren çapemeniya azad xwe nadin paş’

Divê dewleta Tirk û hêzên kirêkirî û noker û hevkarên wê baş bizanin ku tu zext û gef nikarin rojnamegeran ji riya rastî û heqîqetê vegerînin û bêdeng bikin; ji ber ku ew rojnameger û kedk0ar baş dizanin azadiya çapemeniyê yek ji stûnên sereke yên civakeke demokratîk û azad e. Karê çapemeniya azad hişyarkirin û ronîkirina gel e li hemberî desteserkirin û binpêkirina maf û azadiyan û li dijî dagirkeriyê. Ji ber vê yekê desthilatdarên şovenîst her dem çapemeniya azad dikin armanc û dixwazin wan lawaz û bêîrade bikin lê divê hem dewleta Tirk a dagirker û hem jî hemû dagirkerên li ser Kurdistanê û noker û kirêgirtiyên wan dagirkeran baş bizanin ku lêgerîna me ya ji bo heqîqet û rastiyê dê bihêztir û bêtir berdewam bike û tu êrîş û zext nikarin me ji xebat û berxwedan û lêgerîna me ya ji bo jiyana azad sar bikin.

‘Rojnamevan ji ber rastiyê radigihînin dibin hedefa dewleta Tirk’

Armancgirtina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji ber wê bû ku wan rastiyan ji gelê me re radigihandin û raya giştî ya navneteweyî agahdar dikirin hedef girtin. Ji ber vê yekê gelê me wan her du hevalan û di heman demê de hevalên pêşîn ên çapemeniyê weke şehîdên çapemeniya azad bi nav dike. Ji ber ku her yek ji wan hevalan bi awayekî fedakar û di dema pêkanîna erk û karên çapemeniyê de hatin qetilkirin. Ji bo vê yekê em daxwaz ji hemû xebatkaran û bi taybetî kesên xwedî wijdan dikin ku xwedî li riya şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn derkevin û xebata şehîdên çapemeniyê bidomînin û heta gihîştina hêvî û xeyalên şehîdan têkoşîna civakî, çapemeniya azad û şoreşgerî gur bikin. Ji ber ku ev yek tekane rê ye dê serkeftina azadî û demokrasiyê misoger bike.”