Piştî têkoşîna 2 salan bi zor ceza dan kujerê Meryem

Musa Sevîm ê ku hevjîna xwe Meryem Sevîm qetil kir, piştî 2 salan di encama têkoşîneke dijwar de ceza girt. Xwişka Meryem got ku ger cezayê ku heq kiribûn bidana kujerên jinan, ewê ne Meryem ne jî jinên din bihatana qetilkirin.

MEDİNE MAMEDOGLU

Amed- Rûniştina doza Musa Sevim ê ku li Amedê di Mijdara 2022’yan de Meryem Sevim li kafeyekê qetil kir, di 15’ê Çileyê de li 12’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di rûniştina dozê de ji ber sûcê ‘Kuştina jinê ya bi zanebûn’ cezayê girankirî yê muebetê li Mûsa hat birîn. Ji ber ku kuştin bi zanebûn bûye, cezayê Mûsa nehat kêmkirin. Musa Sevim di rûniştina yekem a dozê de li xwe mukir hatibû, lê di rûniştina biryarê de îdîa kir ku malbata Meryemê gef li wî xwariye û tu sûcê wî tuneye. Dadgehê ji bilî kujerê girtî Musa Sevim, ji bo Y.O yê ku alîkarî daye wî û ji sûcek din kiriye, ji ber ku çeka bê ruhsat pê re bûye, salek û 6 meh cezayê girtîgehê da. M.S.B. û  Î.Ç yên ku alîkarî dane kujer û ne girtî dihatin darizandin, beraet kirin.

Piştî ku Meryem Sevim hat qetilkirin, ji bo ku kujer bê girtin û cezayê herî giran lê bê birîn, Komeleya Jinan a Roza ku bi malbatê re têkoşîn dikir, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) dadgeh şopandin. Di pêvajoya darizandinê de me li gel xwişka Meryem Sevim, Gulistan Sevim hevdîtin pêk anî. Gulistan diyar kir ku kujer piştî têkoşîna 2 salan ceza girtiye, yên ku alîkarî dane wî bê ceza hatine hiştin. Gulistan da zanîn ku ew ê li hember biryarê îtiraz bikin.

‘Ger tiştên pêwîst bihatina kirin, belkî Meryem sax bûya’

Gulistan Sevim diyar kir ku divê li gel kujer, yên ku alîkarî dane wî jî werin cezakirin û da zanîn ku ewê li hember biryara beraetê ya dane kujerên din, îtiraz bikin. Gulistan Sevim bi bîr xist ku kujer di rûniştina yekem de cezayê xwe qebûl kiriye, li qadek ku ji civakê re vekirî ye de di şahidiya gelek kesan de Meryem qetil kiriye. Gulistan destnîşan kir ku Meryem berê jî rastî gefên Musa hatiye. Gulistan ji bo biryardayîna dadgehê ya ku 2 sal dereng çêbûye, rexneyên xwe bi van gotinan anî ziman:

“Ev 2 sal û 2 meh in ku di her danişînê de em li ber deriyê vê edliyê ne û em daxwaza edaletê dikin. Îro ew qatil ne tenê Meryemê, hemû malbata me qetil kir. Îro ceza dan, lê belê Meryem venagere. Dema em lê dinhêrin, Meryem ne jina destpêkê ne jî ya dawî ye ku hatiye qetilkirin. Piştî wê jî bi dehan jin hatin qetilkirin. Her roj jin tên qetilkirin. Ger îro berî qetilkirina Meryem cezayên pêwîst li kujeran bihata birîn, dibe ku îro xwişka min sax bûya. Niha ceza hat dayîn, lê belê xwişka min heye? Na tuneye. Hem di aliyê dayîna ceza de, hem jî tedbîrên pêwîst de dereng dimînin. Divê ji bo ku jin neyên qetilkirin, tedbîr werin girtin.”

Bila jinek din jî neyê qetilkirin’

Gulistan Sevin li hember polîtîkayên cezanekirinê yên darazê nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Her cara ku ez Musa Sevim dibînim, xwîşka min tê bîra min. Îro  wek me bi hezaran malbat hene, jiyana xwe bi vî awayî didomînin. Ger tedbîr zûtir bihatina girtin, tedbîr bihatina girtin, ev jin nedihatin qetilkirin. Ger îro hemû mêrên ku jinan qetil kirin cezayê muebetê bigirtina, ev çênedibûn. Li welatek qetilkirina jinan û negirtina ceza divê ne ewqas hêsan bûya. Ceza dan Musa Sevim, lê belê yek ji yên ku alîkarî kirine, ceza negirtin. Li aliyê din, mirovên ku bê ceza mane hene. Em wek malbatek ku van êşan dikşîne û li benda edaletê ye, êdî ne tenê ji bo Meryemê, ji bo hemû jinên hatine qetilkirin edaletê dixwazin û em têdikoşin. Ji niha û pê de jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin ku jinek din neyê qetilkirin û qatilê jinek jî bê ceza nemîne.”