Piştî serhildana li Girtîgeha Evînê şewat derket

Piştî aloziya ku duh danê sibê li Girtîgeha Êvîn a Tehranê dest pê kir li girtîgehê şewat derket û cih bi cih dengê çekan bilind bû. Şêniyên taxê û xizmên girtiyan ên li nêzî girtîgehê dirûşmên "Bimre mela", "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve, serhildanên li Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Girtiyên siyasî û girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de jî gelek caran nameyên piştgiriyê şandin û peyama berxwedanê ya li dijî rejîmê dan. Herî dawî duh jî li qawîşên 7 û 8 ên Girtîgeha Êvîn a paytext Tehranê çalakiya nerazîbûnê lidarxistin. Li girtîgehê yekser piştî çalakiyê şewat derket. Piştre li derdora girtîgehê polîs hatin bicihkirin. Agahiyên ku di şewat û êrîşê de 8 girtî birîndar bûne gihişte ajansa me. 

Dengê çekan bilind bû

Welatî û xizmên wan ên li tax û kolanên Girtîgeha Êvînê dijîn bi qîrîna dirûşmên "Bimre mela" û "Bimre rejîma Îranê" sepanên li ser girtiyan şermezar kirin. Her wiha hate ragihandin ku hêzên rejîma Îranê bi bombeyên gazê û bi çekan êrîşî xizm û şêniyên taxê kirine. Ji Girtîgeha Êvînê jî ku bênavber dûman derdiket gelek caran dengê çekan dihat. Li girtîgehê sîren hatin lêdan.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan, li girtîgeha Evînê gelek binpêkirinên mafên mirovan ên wek girtîmayîna bêdem, lêpirsînên bi îşkence û astengkirina xwe gihandinê ya mafên tendûristiyê ya girtiyan, tê pêkanîn.