Piştî ji karê xwe yê 22 salan hat derxistin rêya xwe xêz kir

Tendirûstvan Eman Saga, di pêvajoya şewba Korona de ji nexweşxaneya ku 22 salan lê di xebitî hat derxistin, bi avakirina karê xwe bi xwe têkoşîna ku xwe li ser lingan bide sekinandin dikir û armanc dike ku ji pirgirêkên civakê re bibe alîkar.

SUZAN EBU SAİD

Beyrut- Bi giştî Cîhanê bi ber şewba Korona tê îfadekirin kesên ku jiyana xwe ji dest dane hêjmara wan zêdeyî 6 milyonane. Tê bi bîrxistin ku hêjmara rast ji daneyên ku hatine diyarkirin gelek zêdetire. Ev şewb ji derveyî tendîrûstiyê bandor li jiyana civakî jî kiriye û di heman demê de tundîtûjiya li beramberî jin û zarokan zêde bûye, dema ku gelek kes mane bê kar. Di pêvajoya şewba Korona de yek ji ew jinên ku bê kar maye Eman Saga ya li Beyrûtê jiyan dikeye. Eman Saga ku li cihê kar bêyî ku sedemek were nişandan ji kar hatiye derxistin, bi xwe kare xwe avakiriye û di aliyê aborî de dahat bi dest dixwe hem jî hedef dike ji pirsgirêkên civakê re bibe bersîv.

‘Ji nexweşxaneya ku 22 salan lê kar dikir hat derxistin’

Eman Saga ku nêzî 30 salane  di  nava jiyana xebatê deye wiha got: “Jin parçeyek çalak ya civakê ye û tu ferq di navbera jin û meran de nîne, dahata wan ya aborî, parçeyek ya serxwebûna wan ava kir.” Eman Saga diyarkir ku di 6’ê Gulana 2020’an de ji nexweşxaneya ku lê di xebitî hat derxistin û got: “Piştî cejna karkeran 1’ê Gulanê, di dema ku şewba Korona belav bûyî de, ji nexweşxaneya ku ew 22 sal bû lê dixebitîm hatim derxistin.”

Karê xwe avakir

Eman Saga ya ji nişka ve bê kar mayî ka çawa biryara karê xwe bi xwe ava bike bi van gotinan anî ziman: “Di nav salên dirêj yê xebatên min de ez gelek bi pîr û kalan re eleqeder dibûm, ez li ser rewşa wan xwedî ezmûn bûm, min hertim li wan dinêrî. Piştî ku ez ji kar hatim derxistim, min biryar da ku karê xwe ava bikim. Di navde lênêrîna pir û kalan ji bo ez xwe pêşbixim ez bejdarî dewreyên perwerdeyan bûm. Piştî xebateke berfireh min pêwîstî bi cihek yê lênêrîna pir û kalan dît û di mijara rêvebirinê de hevalek ya min ku bûye pispor bi min re bû alîkar em kompanyayekê ava bikin.”

‘Ji bo pîran parastina civakî nîne’

Eman Saga bal kişand li Lubnanê lênêrîna pîran û wiha got: “Li Lubnaê ji bo pîran, ewlehiya civakê nîne. Hikumet pêwîstiyên pîran yên weke derman, nexweşxane û lênêrînê bi cih nayne. Ji ber bandora qeyrana aborî gelek zehmetiyan dikşînin. Cardin lênêrîna pîran li ser milê jinane. Pirgirêkên cidî yên hinek pîran hene û divê li cehek pispor lê were meyzekirin. Em lênêrîna Biyolojîk, Psikolojîk û Fizîkî dikin, li kêleka van pîr ji bo me giringin û em hebûna xwe ya li kêleka wan bi wan didin hîskirin.”

‘Qeyrana aborî bandor dike’

Eman Saga da zanîn ku qeyrana aborî weke hemûyan bandor li wê jî kiriye û wiha got: “Qerana aborî yek ji hêza herî giringe ku em rastî hatine. Hemwelatî, bi nirxwindakirina  re, rojane zehmetiya debarê dikêşin. Ji derveyî wê lênêrînên nexweşan mesrefên wan ya rê jî zêde dibe. Perestarên ku di qada lênêrîna pîran de perwerde dîtin hêjmara fizyoterpîst û psikolog gihaye 15 jinan.”

Eman Saga, herî dawî got: “Ji ber bêkariya ku zêde bûye, bi taybet li herêmên icrayê ji derveyî bi hêzkirina jinan di çarçoveya xizmetdayîna pîran de ji bo berfirehkirina wê em di xebitîn.”