Piştî ameliyatê Nergîz Muhamedî şandin girtîgehê

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê parêzvana mafê mirovan Nergîz Muhamedî ku ji ber di hestiyê lingê wê de tumor hebû emaliyat bû, şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan – Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê parêzvana mafên mirovan Narges Muhamedî ku li Girtîgeha Evîn a Tehrana paytexta Îranê girtî bû, di 16'ê Mijdarê ji ber tumora di hestiyê lingê wê de ameliyat bû. Piştî ameliyatê Nergîz Muhamedî dîsa birin girtîgehê.

Parezerê Nergîz Muhamedî debarê tendirûstiya wê de agahî da. Parezer da diyarkiirn ku li gor agahiyên ku bijîşk parvekiriye ji ber ser cureya emeliyatê û cihê birînê, ji bo pêvajoya başbûnê pêdiviya wê bi lênêrînek guncaw û sê mehan bêhnvedanê heye.

Her wiha parêzerê wê diyar kir ku Nergîz Muhamedî ji bo dermankirin û lênêrîna taybet destûr xwestiye û cezayê wê yê girtîgehê bê rawestandin.

Girtiyên Îranê ji mafê xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin. Ev rewş bi taybet beriya du salan di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî girtiyên jin hîn zêdetir xwe da der. Di cîhanê de gelek parêzerên mafê mirovan, diyar dikin ku desthilatdariya Îranê bi cezayên giran û zextan ji  jinan ku tola serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” digrin.