Piştî Îranê li Afganîstanê jî li dibistanan jehrîbûn çêbû

Li Afganîstanê 3 dibistanan zarokên keç jehrî ketin. Berdevkê Emniyeta Saraypolê Den Muhammed Nazari got, "Li navçeya Sançarakê hin kesên nasnameya wan nediyar ketin dibistana keçan û sefan jehrî kirin."

Navenda Nûçeyan – Li gor daxuyaniya Serokê Rêveberiya Xwecihî ya Perwerdeya Talîbanê, li Afganîstanê li 3 dibistanên ku zarokên keç lê dixwînin nêzî 90 xwendekar û mamosteyên jin bi jehrê ketin.

Li gor nûçeya Reutersê Berdevkê Polîsên Saraypolê Den Muhammed Nazarî wiha got: "Hin kesên ku nasnameya wan nediyar e li navçeya Sançarakê ketin dibistana ku keç lê dixwînin û sefan jehrî kirin. Dema ku zarok hatin dersan bi jehrê ketin." Nazarî agahî neda ku zarok bi kîjan madeyê jehrî bûne.

Li gorî medyaya Afganîstanê, duh (4’ê Hezîranê) li dibistana seretayî ya Fayizabad a navçeya Kalan a parêzgeha Sançarak 14 xwendekarên keç bi jehrê ketin.

Li herêma Kebdabê di 2 rojên dawî de li 2 dibistanên keçan 75 xwendekar û 4 mamoste bi jehrê ketin. Xwendekar û mamosteyên jehrî birin navendên tenduristiyê yên li bajarên Sarpûl û Sançarak.

Li Afganîstanê, ku Talîbanê ji Tebaxa 2021'an vir ve kontrola xwe bi dest xistiye, mafê perwerdehiyê yê jin û keçan bi sînorkirinên giran re rû bi rû ye. Li aliyê din li Îranê ku bi Jîna Emînî ya ku di Îlona 2022’an de di bin çavan de 'polîsên exlaqî' hat qetilkirin, çalakiyên protestoyî destpê kirin, di mehên dawî de jehrîkirina keçan pêk hat. Tê texmînkirin ku ji Mijdara 2022’an û vir ve li Îranê 13 hezar xwendekar bi jehrê ketine. Herwiha der barê bûyerên jehrîbûnê û sedemên wan de ti agahî nehatine parvekirin.