Piştî 6 mehan îfadeya midûrê polîsan ê berê hat girtin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê derket holê ku jinek ji aliyê midûrê polîsan ê navçeyê yê wê demê D.G. û Serkomîser C.A. ve rastî destdirêjî û gefan hatiye. Ligel ku parvekirina agahiyan ji ev şeş meh in dihat astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê, li Hezexê ya Şirnexê bûyereke giran a destdirêjiyê derket holê. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, di sala 2024’an de jinek ji aliyê Midûrê Polîsan ê Navçeya Hezexê D.G. yê wê demê û Serkomîserê wê demê C.A. ve rastî destdirêjiyê hatiye.
Ji ber şantaj û gefan giliyê xwe dereng kir
Ji ber şantaj, zext û gefan, jina ku rastî vê zilmê hatibû demek dirêj nekarîbû gilî bike. Piştî ku tayîna polîsên gumanbar derket û ji navçeyê çûn bajarekî din jî gefên wan li ser jinê berdewam kirin. Li ser vê yekê, jina ku destdirêjî lê hatibû kirin, di 2’yê Kanûna 2025’an de li dijî kiryar D.G. û C.A. serî li dadgehê da û gilî kir. Jina ku li dozgeriyê îfade da, bi hûrgulî behsa zext, şantaj û gefên li ser xwe kir.
Kiryar hîn jî di karê xwe de ne
Hat destnîşankirin ku piştî giliyê, ji kiryaran C.A. tenê du meh cezayê dûrxistinê wergirtiye, lê li dijî kiryarê din D.G. tu tedbîrên hiqûqî nehatine girtin. Hate zanîn ku tayîna D.G. ji bo Enqereyê, ya C.A. jî ji bo Mûşê derketiye û her du kiryar jî li bajarên ku lê hatine wezifedarkirin, xebatên xwe didomînin
Ji bo îfadeyê 6 mehan hat çaverêkirin
Ligel ku jinê zû de gilî kiribû jî, hat hînbûn ku îfadeya Midûrê Polîsan ê berê D.G. 6 mehan nehatiye girtin û hîn nû hefteya borî îfadeya wî hatiye wergirtin. Her wiha hat diyarkirin ku îfadeya C.A. jî hatiye girtin. Hat hînbûn ku kiryar D.G. di îfadeya xwe de bi parastinên klasîk û wekî "destûra wê hebû" xwestiye xwe ji vê sûcê giran rizgar bike.
Di dosyayê de îdîayên "têkiliya taybet a bi dozger re"
Di dosyeya ku lêpirsîna wê didome de biryara veşartinê heye. Lê belê, hat îdîakirin ku têkiliyeke nêzîk a kiryar C.A. bi dozgerê ku dozê dimeşîne re heye û tevî biryara veşartinê jî wî kariye bigihîje hemû naverok û hûrgiliyên dosyaya dozê. Biryara veşartinê ya di dosyeyê de hîn jî berdewam dike.