Piştî 32 salan hat berdan
Guler Bîlen ku 32 salan di girtîgehê de maye, ji girtîgeha Jinan a Şakranê tehliye bû.

Navenda Nûçeyan – Guler Bîlen a 32 salan girtî ma li Girtîgeha Jinan a Şakranê 3 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin, tehliye bû.
Guler Bîlen a di sala 1994'an de hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan. Guler Bîlen 32 salan girtî ma her wiha bi biryara Desteya Rêveberî û Şopandinê 3 caran bi hinceta “Rewşa wê nebaş e” nedihat berdan.