Pisporan bang li malbatan kirin nema zextê li zarokên xwe bikin

Berpirsa Nivîsgeha Zarokan a Ewlehiya Neteweyî Xewas Nidaa, bang li dê û bavên xwendekaran kir, ku tundî û zexta li ser zarokên xwe bidin sekinandin.

Cezayir – Berpirsa Nivîsgeha Zarokan a Ewlehiya Neteweyî Xewas Nidaa, di civînek çapemeniyê de bi minasebeta Roja Navneteweyî ya Zarokan, tekez kir ku pêdivî ye ku piştgiriya zarokan were kirin û got: "Ji bo zarokan 10 odeyên guhdarîkirinê hene, di nav 4 mehan de 17'e hezar deng me tomar kirine, di nav de revandin û destdirêjî jî heye û 952 zarok di bin xeterê de ne û 839 zarokên revandî hatin vegerandin. "
Di civîna ku li Cezayirê hat li dar xistin de Xewas wiha got: "Di 4 mehên dawî de 2450 zarok ji ber şîdetê hatin kuştin."
Piraniya welatan di 1'ê Hezîranê de Roja Zarokan ya Navneteweyî pîroz dikin, tevî ku Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 20'ê Mijdarê weke Roja Zarokan destnîşan kirbû jî.
Pisporan bang li dê û bavên xwendekaran kirin ku ji ber diyardeya zêdebûna revîna ji malê, di pêvajoyên ezmunan de nema tundî û zexta li ser zarokên xwe bikin.