‘Pirtûkxaneya Femînîst’ dîroka jinan û berhemên wê li ser dîjîtalê nîşan dide

Projeya dîjîtal a 'Pirtûkxaneya Femînîst' ku di sala 2020'an de ji aliyê Weqfa Moutoun a li ser jinan li Misirê dixebite dest pê kir, armanc dike ku dîroka têkoşîna jinan û berhemên wan li hev kom bike.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre - Weqfa Moutoun a ku di qada mafên jinan de kar dide meşandin di sala 2020’an de ji bo qeydkirina tevgerên jinan, dîroka têkoşînê, berhevkirina gotar û belgeyên ku li ser pirsgirêkên jinan hatine nivîsandin, ‘Pirtûkxaneya Femînîst’ a dîjîtal ku bi Erebî hatiye weşandin da destpêkirin. Xebata ku ji bo dîroka jinan zêdetir xuya bike û çavkaniyên Erebî ji bo dîroka jinan zêde bike hat destpêkirin, piştî 3 salên dawî gelek bi rê ve çû.

Berpirsa Projeya Pirtûkxaneya Femînîst Angie Badran pirsên me bersivand û behsa armanc û xebatên projeyê kir.

*Proje xebatek tervendê dixwaze. Bi Pirtûkxaneya Femînîst we vê xebatê çawa bi ser xist?

Agahiyên der barê dîroka jinan de pir belav bûne û belgeyên ku xisar dîtine hene. Me di sala 2020’an de hedef kir ku bi vê projeyê dîroka jinan berhev bikin. Jixwe pirtûkxaneya gelek saziyan hene lê xwe gihandin ne hêsan e. Me makale û pirtûkên ku di qada jinan de hatiye nivîsandin kom kir. Me xwest em hemû kesên lêkolînê dikin û dixwazin xwe bigihîjînin agahiyê dikarin bi hêsanî xwe bigihîjînin agahdariya ku dixwaze. Ev pêvajo bi hêsanî pêk nehat. Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû hatin. Hedefa me ya destpêkê pêvajoya lîkolînê hesankirin û ger sazî bê girtin jî materyalan parastin bû. Pirtûkxaneya me ji gelek beşan pêk tê. Mînak qadên me yên xebatê weke tundî, cîhekariyê heye. Di vê mijarê de pêşveçûnan dişopînin her dem nû dikin.

* Di navbera saziyên ku agahidariyê dikin de hevkarî heye?

Em bi gelek saziyên ku di warê jinan de dixebitin, weke Jina Nû, Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê, Komîsyona Pêşketin û Hiqûqê ya Misirê, Jin û Hafizere xebitîn. Ev sazî û gelek ji wan hilberînên xwe ji me re vekirin. Me di nav Misirê de bi gelek saziyên jinan re hevpar proje hilberînin. Ji derveyî Misirê tekiliyên me bi Sûdanê re hene. Hedefa me Tûnis, Filistîn û Lubnan e lê derfet rê nade ku em xwe bigihîjînin wan welatan. Armanca me ew e ku jin bi komkirina hemû berhemên bi zimanê Erebî di pirtûkxaneyê de hatine nivîsandin, bêtir agahiyan bi dest bixin.

*Pirtûkxane li ser tevgera jinan çiqas bandorê çêdike?

Ez bawer dikim ku zanîn destpêka her guhertinê ye ku em dixwazin, ji ber vê yekê pirtûkxane dê alîkariya kesên ku zanînê digere bike û diyar bikin ka ew çi dikarin lê zêde bikin. Di destê me de gelek mijar hene. Ev jî destê kesên ku di mijara jinê de xebat dide meşandin xurt bike. Em difikirin ku heya dawiya salê der barê xebatên ku me dane meşandin de raporek biweşînin.

*Ji bo materyalên ku li pirtûkxaneya femînîst hatine zêdekirin gelo standardên taybet hene?

Di destpêkê de, me tenê lijneyek rêvebir hebû ku ji kesên naskirî pêk tê. Materyalên ku em diweşînin dinirxînin. Hemî materyal li vir tên nirxandin. Ji ber ku em bi navê kesê ku me berhem jê kirî diweşîne, nivîskar jî ji rastbûna agahiyan berpirsiyar in. Pirtûkxaneya me malperek dîjîtal a giştî ye. Ew ji kesên ku dixwazin bigihîjin agahiyan re xizmetê dike.