Pirtûka ‘Kurdistan Dilê Tevgera Jinan e’ li Kolombiyayê ye
Pirtûka ‘Jin jiyan azadî-Kurdistan Dilê Tevgera Jinan’ ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve bi felsefeya jineolojiyê hatiye amadekirin, li Kolombiyayê gihîşt destên xwendevanên xwe.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/09/20240906-20240906-823x463cc-ank-06-09-24-jineloji-kitabi-kolombiya-jpgc894be-image-jpg7f0cea-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên Jineolojî yên Enstîtuya Andrea Wolf de hevpeyvînên ku bi jinên di nava Tevgera Azadiya Jinan de ne û di heman demê de pêşengî ji Şoreşa Jinan a Rojava re kirine, bi navê “Jin jiyan azadî-Kurdistan Dilê Tevgerên Jinan e’ bû birtûk û gihîşt destên jinên li Kolombiyayê.
Di çarçoveya projeyê de herî dawî li Îspanyayê çalakiya hevdîtina bi xwendevanan re hatibû lidarxistin û niha jî li Kolombiyayê didome. Pirtûka bi navê “Mujer, Vida, Libertad (Jin Jiyan Azadi)" gihîşt destên xwendevanên xwe û danasîna wê ji aliyê gelek jinan ve hat kirin.
Pirtûka bi navê “Jin jiyan azadî-Kurdistan Dilê Tevgerên Jinan e” ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve hatibû amadekirin; ji hevpeyvînên jinên di nava tevgera azadiya jinên Kurd û di nava Şoreşa Jinan a Rojava de hatine kirin pêk tê.