Pirtûka jinên enternasyonalîst li Valencîa û Katalonyayê hate nasandin

Pirtûka 'Jin Jiyan Azadî, di agirê şoreşa jinên Rojava de' ku ji aliyê komek ji enternasyonalîstên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate amadekirin, li Valencîa û Katalonyayê hate nasandin.

Navenda Nûçeyan – Projeya Mujer Vida Libertad-Desde el corazón del Movimiento de Mujeres de Kurdistan (Jin Jiyan Azadî, di agirê şoreşa jinên Rojava de) ku di çarçoveya karên Jineolojiyê de yên Enstîtuya Andrea Wolf a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate meşandin û ji hevpeyvînên jinên pêşengên Şoreşa Jinê ya Rojava pêk tê, li Spanyayê çend roj in tê nasandin. 

Civînên ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Valencîa û Katalonyayê ve hate lidarxistin, tûra xwe ya Valencîayê temam kir.

Li herêma Valencîayê ji 6'ê Gulanê û pê ve li Pirtûkxaneya La Repartidora, li bajarê Castello li Navenda Civakê ya Cosa Nostra, li Pirtûkxaneya Navenda Çandê ya Circe ya li bajarê Saguntê, li Navenda Civakê ya El Moli ya li bajarê Potries, li Pirtûkxaneya Fahrenheit a li bajarê Alacantê û li navenda sendîkaya CNT a li bajarê Elxê pêşkêşî xwendevanan hate kirin.

Endamên Akademiya Jineolojiyê yên ku pirtûk pêşkêş kirin, têkildarî Şoreşa Rojava, têkoşîna jinê û pêşketinên civakî nêrînên xwe parve kirin.

Pirtûk wê di nava hefteyê de li Katalonyayê li Navenda Çandê ya Carrutxa ya li bajarê Reusê, li Navenda Çandê ya La Gata Insubmisa ya li bajarê Tarragonayê, li Pirtûkxaneya L'Argonauta ya li bajarê Balaguerê, li Pirtûkxaneya La Irreductible ya li bajarê Lleidayê, li Pirtûkxaneya La Raposa ya li Barcelonayê û li Navenda Civakê ya Ateneu Salvadora Cata ya li bajarê Gironayê wê danasîna wê ji xwendekaran re bê kirin.