Pirtûka Fîgen Yuksekdag hat qedexekirin
Li ser pirtûka Fîgen Yuksekdag a bi navê “Dîwarên Hilweşin” a ku tê payîn bê çapkirin, qedexeya firotinê hat dayîn, biryar hat dayîn ku nusxeyên hatine berhevkirin bên desteserkirin û tinekirin.
Navenda Nûçeyan – Der barê pirtûka Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag de bi hinceta “bi riya çapamenî û weşanê propagandaya rêxistinê” biryara qedexekirina belavkirin, firotina pirtûka wê û biryara tinekirina nusxeyên hatine komkirin û berhevkirinê hat dayin.
Di nivîsa bi sernavê “Serê min ê ewrî” de ku Yuksekdag behsa berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê dike, rêzên “mirovahî li ser sînorê xizaniyê diperpite, di demekê de ku jêrzemîn dişewitin, bi tarîtiyê re gulê lê tê reşandin, pitikên di xaniyên kavilbûyî de û gule li serê wan tê xistin” weke “sûc” hatin dîtin.
6'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Antalyayê îdia kir ku bi rêza “pitikên li malên kavilbûyî” pesina endamên rêxistinê hatiye kirin.